Qeyûm zemê paşde xist AKP'ê daxuyanî da 2020-02-04 09:58:27 MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê ku ji bo meha Çileyê şûn de avê zem kiribû, li ser bertekên zêde zema avê taloqî meha Adarê kir. Lê daxuyaniya vê yekê ji aliyê serokên AKP'ê yên navçeyan ve hat dayîn.    Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku, di 19'ê Tebaxa 2019'an de weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, ji bo meha Çileyê şûn de avê zem kiribû. Li ser bertekên zêde yên li dijî vê yekê qeyûm zema avê taloqî meha Adarê kir. Lê daxuyaniya vê yekê ji aliyê serokên AKP'ê yên navçeyan ve hat dayîn. Li gorî zema ku hatibû kirin dê ava Mêrdînê di meha Çileyê de ji 3.25'an de derketina 4.75'an û di meha Gulanê de jî dê derketa 6.25'an.    Îdareya Av û Qanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ), di civîna xwe ya dawîn de li ser bertekên ku piştî serlêdana Baroya Mêrdînê ya ji bo betalkirinê zêde bûbûn, zema ji bo meha Çileyê taloqî meha Adare kir.  Vê biryara MARSÛ'yê, şûna qeyûm ji aliyê serokên navçeyên Stewr û Nisêbînê yên Mêrdînê yên AKP'ê ve hat ragihandin. Her du na serokan jî ragihand ku zema avê hatiye paşdexistin.