Ji gardiyan ji bo girtî: 'Dewlet hat rabe piya' 2020-02-04 09:27:16 HATAY - Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiyê bi navê Cebraîl Ancar, ji aliyê gardiyanên ku jê ret gotin, 'Dewlet hat rabe piya' ve hat derbkirin. Ancar, derbarê gardiyanan de serlêdana sûc kir. Cebraîl Ancar ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê di hucreya yek kesî de girtî ye, bi hinceta ku jimartina li ser piya nedaye, ji aliyê gardiyanên ku jê ret gotine, 'Dewlet hat rabe piya' ve hat derbkirin. Piştî derbkirinê Ancar, serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da û derbarê gardiyanên ku ew derbkirin de serlêdana sûc kir. Malbata Ancar, ji bo ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da.    'RAPOR NEDAN'   Ancar ku serî li ÎHD û Serdozgeriyê da, diyar kir ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ye û li girtîgehê gelek mafên wî tên binpêkirin û bi provakasyonên gardiyanan re rû bi rû dimîne. Ancar, ragihand ku li huncreya yek kesî dimîne û ev tişt got: "Di 13'ê Çileyê derdora saet 19.45'an de çend gardiyan hatin hucreya min û gotin ku 'Dewlet hat rabe piya' û êrîşî min kirin. Li qorîdorê jî tundiya wan berdewam kir. Li revîrê ji bijîjk ji dûr ve li min nêrî û rapore "tunebûna derban" da min. Rêveberiya girtîgehê jî bi gardiyanan re sûcdar e. Derbarê hemû kesan de gilîker im."    'BERÊ JÎ TUNDÎ LÊ HATIYE KIRIN'   Ancar, destnîşan kir ku berê jî li girtîgehê hatiye derbkirin û tu lêpirsîn nehatiye kirin. Parêzera Ancar Mehtap Sert jî da zanîn ku muwekîlê wî berî ji hatiye derbkirin û bi rêya malbata Ancar serî li ÎHD'ê dane û wiha got: "Ji ber ku berê jî hatiye derbkirin, malbata Ancar ji jiyana Ancar bi guman in. Ji bo ve yekê daxwaz dikin ku kurê wan ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Amedê bê kirin. Em ê şopdarê vê bûyerê bin."   MA / Hamdullah Kesen