Qeyûmê Sûrê tenê ji bo miftîtî û midûriyeta perwerdehiyê xizmet kiriye 2020-02-04 09:04:48 NAVENDA NÛÇEYAN – Qeyûmên ku heta niha Şaredariya Sûrê xistine 151 milyon û 743 hezar û 819 TL deyn, qismek ji vî pereyî ji bo Miftîtiya Sûrê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Sûrê xerc kirine. Qeyûman, ji bo her du saziyan 6 milyon û 25 hezar û 169 TL pere xerc kiriye. Heta bi qamera, TV û qilîmayên ji bo her du saziyan jî bi pereyê şaredariyê hatine kirîn.  Qeyûmên tayînî Şaredariya Sûrê hatine kirin heta niha şaredariyê xistine bin 151 milyon û 743 hezar û 819 TL deyn.    Ewil di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin. Piştî Qeymeqamê Navçeyê Qeyûm Bîlal Ozkan di hilbijartina giştî ya 2018'an de bû namzetê parlementeriyê yê AKP'ê, Abdûllah Çîftçî tayînî şaredariyê hatibû kirin. Lê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP careke din li navçeyê bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê di 20'ê Kanûna 2019'an de careke din qeyûm hat tayînkirin û hevşaredarên navçeyê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr hatin girtin û cardin Qeymeqamê Navçeyê Abdullah Çîftçî hat tayînkirin.    Ji xwe me bi nûçeyekê  talana ku bi destê qeyûm Şaredariya Sûrê dike bi raya giştî re parve kiribû û nîşan da bû ku ji dêvla ji bo gelê Sûrê xizmet bê kirin, bê mal û xizmetên aredariyê çawa di ser şîrketên alîgir re tên talankirin.    KREDIYÊN HATINE KIŞANDIN JI BO SAZIYÊN DEWLETÊ HATINE XERCKIRIN    Navendên jinan, saziyên jinan, şaredariyên zarokan hatin girtin û avahiyên wan dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê, Miftîtiya Navçeyê, cemaetên dînî, qeymeqamtiyê û Midûriyeta Xizmeta Malbat, Xebat û Civakiyî ya Bajêr hatin kirin. Bi vî awayî tu sazî û navendên aydî şaredariyê neman. Bi ser de jî gelek pere û kerdî ji bankeyan hatien kişandin û dyenkirin û ji bo Miftîtiya Sûrê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û saziyên girêdayî wan hatine xerckirin.    Qeyûm heta bi qamera, TV û qilîmayên Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û Miftîtiya Sûrê jî ji qaseya şaredariyê kirîne. Qeyûm ji bo qamerayan tenê 135.469.00 TL pere xerc kiriye.    Di dema qeyûmê ewil de ji bo miftîtiyê 3.463.075.00 TL pere hatibû xerckirin.    MIFTÎTIYÊ ÇI XWEST QEYÛM KIR   Her wiha qeyûm ji bo mizgeft û kursên Qur'anê jî gelek pere xerc kiriye. Di 14'ê Sibata 2019'an de ji bo selihandina kursa Nûrû Ahmediyeyê 70.210.00 Tl pere xerc kiribû. Beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an bi du hefteyan jî ji bo selihandina Navenda Piştgiriyê ya Malbatê û vê kursa Qur'anê bi giştî 420.772.00 TL pere xerc kiriye.    Her wiha ji bo miftîtiyê jî 10 TV û 10 qilîma kirîne. Qeyûm di du sal û nîvan de bi giştî 2.561.094.00 TL pere ji bo miftîtiyê xerc kiriye.    Heta niha tenê ji bo miftîtiyê û midûriyeta perwerdehiyê bı gışti 6 milyon û 24 hezar û 169 TL pere xerc kiriye.