Asya Abdullah: Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûve vejîne 2020-02-03 19:05:51   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, di civîna salane ya Kongreya Star de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û xetereya DAIŞ’ê jî hê heye. Abdullah bang kir ku têkoşînê bilind bikin û rêxistina jinan li hember van xetereyan geş bikin.    Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê civîna salane ya Kongreya Star bi beşdariya nûnerên rêxistina Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li darxistin. Civîn dê sibê jî berdewam bike. Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah di civînê de axivî û bal kişand ser talûkeya DAIŞ'ê û xeteriya Tirkiyeyê. Asya Abdullah lidarxistina civîna salane pîroz kir û bang li berfirehkirina rêxistin û bilindkirina têkoşînê ya îsal ki da ku destkeftiyên gel û şehîdan bên parastin. Asya Abdullah qala rewşa şer, nakokî û êrişên li herêma Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristanî û çandan e, bi rojane rastî êrişên mezin ên leşkerî, civakî, çandî û siyasî tê. Tevahî pirsgirêkên ku civakên Rojhilata Navîn dikişînin bi encama zîhniyeta desthilatê ya ku li dijî jiyana hevbeş û vîna gelan pêk tê. Her wiha ev desthilat bûn sedema parçekirina gel, çewisandina azadî û desthilatdariya li dijî jinan."   Asya Abdullah, bal kişand ser têkoşîna ku jin û gelên azadîxwaz li dijî van êrişan pêk tînin û wiha axivî: "Îro jin pêşengiya têkoşînê li Rojhilata Navîn li dijî peyman, xetere û êrişan dikin. Em bang dikin ku têkoşîn, xebat û rêxistinê bi hêz bikin, da ku li hember xetereyên hundirîn û derve bisekinin ku vîna wan dike hedef. Em bang li bilindkirina têkoşînê bi rih û vîna jiyana hevbeş a biratiya gelan dikin. Da ku destkeftiyên gel bên parastin. Dewleta Tirk hewl dide ji nû ve çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne. Dewleta Tirk bi israr e ku pergala demokratîk a li herêmên me têk bibe. Ji lew re xetereya DAIŞ’ê li dijî gelê me li dar e. Dewleta Tirk tevahî şêweyên binpêkirin û êrişên li dijî gelê me pêk tîne, tundiyê li dijî jin, zarok û mirovahiyê pêk tîne û dikuje, demografiya Sûriyê diguherîne û malbatên çeteyên DAIŞ’ê li malên şêniyên me bi cih dike."   Asya Abdullah bibîr xist ku rêbaza pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyê bi derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê ve girêdayî ye û bang li tevahî hêzên aktîf kir berpirsyarên xwe li hember derxistina dewleta Tirk a dagirker pêk bînin û wiha bi dnawî kir: "Tevahî hêzên ku angaşt dikin ku hewl didin aloziya Sûriyê çareser dikin, divê sînorekê ji binpêkirinên dewleta Tirk re deynin û di vê çarçoveyê de ji Rûsyayê re ya ku li gorî peymanên parastin û yekitiya xaka Sûriyê li ser xaka me ye, dibêjin ku erka xwe ya parastina gelê Sûriyê pêk bîne, êrişên wê rawestîne û dagirkeriyê bi dawî bike. Em bang li tevahî civakan dikin ku bixebitin da ku xwe bigihînin biryarên mîsogeriya parastina gel.