Dîmenên nû yên Gulistan Doku derketin holê 2020-02-03 18:03:57   DERSÎM – Gulîstan Doku 30 roj berê li Dersîmê winda bû û agahî jê nayê girtin. Der barê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku de dîmenên dû hatin dîtin.    Xwendekara Zaningeha Mûnzûrê  Gulistan Doku li Dersimê di 5'ê Çile de winda bû, hêj agahî jê nayê girtin. Doku ku li gorî hin îdîayan jî tê gotin hat windakirin, der barê wê de dîmenên nû nahin bi dest xistin. Di dîmenên nû yên hatin dîtin de Gulistan Doku û li pey hevalê xwe Zainal Abrokov  dimeşe. Di dimênen berê de jî Doku dema bi hevalê xwe yê Rûs Zainal Abarokov de hevdîtin dikir hatibû dîtin. Di dîmenên nû yên Doku de piştî ji hevalê xwe Abarakov qetiya destê xwe xistine pin çengê xwe û dimeşin. Doku piştî demekê bi telefonê di axive piştre li rawestgeha otobusê li otobusê suyar dibe.