Nameyên kurdî yên girtiyan bi pereyan werdigerînin tirkî 2020-02-03 17:05:08   AMED - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, nameyên kurdî yên ku ji girtiyan re tên şandin piştî ku bi pereyan werdigerînin tirkî didine girtiyan, ji Wezîrê Dadê pirsî.    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, pirsgirêkên ku girtî li girtîgehan di mijara axaftina bi kurdî û weşanan de dijîn, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. Farisogûllari, destnîşan kir ku nameyên bi kurdî ku ji girtiyan re tên şandin piştî ku li girtigehê bi pereyan tên wergerandin, digihîjin girtiyan, nameyên ku girtî bi kurdî dinivisînin nayên şandin û weşanên bi kurdî yên ji girtiyan re tên şandin ji aliyê rêveberiyên girtigehan ve tên astengkirin.    Farisogûllari, bi bîr xist ku axaftina bi kurdî û xwendina weşanên ku bi zimanê zikmakî hatine nivîsandin, mafê bingehîn ê mirovan e û wiha got: "Li hin girtîgehan girtî hatine hişyarkirin ku di hevdîtinên vekirî de bi malbatên xwe re bi kurdî neaxivin. Hinceta vê yekê jî ew e ku bi zimanê kurdî "Propagandaya rêxistinê" tê kirin.    Farisogûllar, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne, ev pirs kirin:    * Pêkanîna qedexeya name û weşanên bi kurdî rast e? Heke rast be ev qedexe bi çi hincetî pêk tê?    * Raste ku nameyên bi kurdî yên ji girtiyan re tên şandin piştî ku bi pereyan tên wergerandin digihîji girtiyan?   * Astengiyeke qanûnî li pêşiya xwendina kovar, pirtûk û rojnameyên ku bi kurdî hatine weşandin heye?   * Ji bo bi dawîkirina van pêkanîn ji aliyê wezareta ve xebatek heye?