Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê: Girtî terkî mirinê kirin e 2020-02-03 16:31:23 COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, derbarê binpêkirinên mafên girtiyan de daxuyanî da û diyar kir ku AKP û MHP’ê girtî terkî mirinê kirine. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan tên jiyîn de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê ya bajêr hat lidarxistin. Hevserokên Bajêr Sîpan Tûrna û Sînan Kaya, Hevşaredara bajêr a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Humeyra Armût, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên partiyê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan tevlî civînê bûn.    'AKP DIJMINÊ DEMOKRASİYE YE’    Hevserokê Bajêr Sînan Kaya di civînê de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn bibîr xist û wiha axivî: “Hikumeta AKP’ê bi zanebûn zextan girtiyan dike. Tifaqa nijadperest a bi destê AKP û MHP’ê tê pêşxistin, her roja ku derbas dibe hîn zêdetir civaka Tirkiyeyê dixe nama krîzên mezintir. Ger mekanîzmayeke rast a darazê hebûya, niha girtîgeh evqas tije nedibûn û hejmara girtî û hikumxaran dernediket 280 hezaran. Ev hemû nîşan didin ku li ser vê erdnîgariyê demokrasî tuneye û hikumeta heyî naveroka vê têgînê vale kiriye.”    ‘LI DIJÎ ÎŞKENCÊ Û BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊDENGÎ HEYE’    Kaya, bal kişand ser şer û mercên di girtîgehan de û wiha got: “Mirovên bi tendurist dema dikevin girtîgehan, piştî demekê nexweş dikevin. Rêxistinên civaka sîvîl li dijî rewşa heyî bêdeng dimîn in. Hinek partiyên siyasî û saziyên STK’ê jî li hemberî îşkenceya heyî bêdeng dimîn in. Ligel îşkenceya fîzîkî, îşkenceya derûnî û civakî jî li girtîgehan pir zede bûne.”    'AKP Û MHP’Ê GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ KIRINE’    Kaya, da zanîn ku di erdheja Xarpêr de, carek din nêzîkatiya hikûmetê ya ji girtî û hikumxaran re derket holê û wiha bilêv kir: “Bi lezgînî hemû girtî sewq kirin. AKP û MHP’ê girtî û hikumxar terkî mirinê kirine. Dîsa girtiya jin Nûrcan Bakir a 28 salên xwe di girtîgehê de derbas kir, dawî li jiyana xwe anî. Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê, berpirsê hemû mafê jiyanê yê girtî û hikumxwarane. Li şûna ku derfetên jiyana wan rehet bikin, bi binpêkirinên mafan girtiyan terkî mirinê dikin û ev jî bi serê xwe cinayete. Divê dest ji vê rewşa ne hiqûqî bê berdan.”   'MALBATÊN GIRTIYAN JÎ CEZA DIKIN’    Kaya, dest nîşan kir ku bi girtiyan re malbatên wan jî ceza dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû malbatên ku me bi wan re hevdîtin kirin, dibêjin ku ‘di şexsê girtiyan de me jî ceza dikin û li me jî îşkenceya derûnî dikin.’ Hin malbat ji bo ku zarokên xwe bibînin 4 hezar kilometre rê diçin. Ev bi serê xwe îşkenceya herî mezine. Em ji vê derê bang dikin û dibêjin ew girtî û hikumxar ne bi tenêne û ne bêxwedîne. Emê bi her awayî mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û emê şopdarê pirsgirêk û rewşên girtiyan ên dijîn e.”