Hêzên Ked û Demokrasiyê: Bila Weqfa Ensarê ji statuya berjewendiya giştî bê derxistin 2020-02-03 16:23:06 EQNERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê, dayîna pere ya Kizilayê ya ji bo Weqfa Ensarê şermezar kir û daxwaz kir ku weqf ji statuya berjewendiya giştî bê derxistin   Nûnertiya Herêma Enqereyê ya Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Platforma Şaxên Enqereyê ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Lîjneya Koordînasyna Bajar a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) û Odeya Muşavîrên Malî ya Enqereyê, bi armanca şermazakirina dayîna pere ya Kizilayê ya ji bo Weqfa Ensarê, xwestin li ber Miduriyeta Giştî ya Kizilayê daxuyanî bidin.    POLISAN MUDAXALE KIR   Polisan mudaxaleyî gireseya kedkaran a li ber Komeleya Kizilayê hatin gel hev, kir. Li ser vê yekê girseyê xwest li ber Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) ya Enqereyê daxuyanî bide. Li vir jî polisan mudaxaleyî girseyê kir û nehist ku daxuyanî bidin. Polisan, di mudaxaleyê de 16 kesan binçav kir. Piştî vê mudaxaleyê girseyê xwest li Kolana Sakaryayê daxuyanî bide. Polisan, li vir jî destûr neda ku girse daxuyanî bide û mudaxaleyî girseyê kir.    Li ser vê yekê gerseya ku parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî di nav de derbasî, Sendîkaya KedkarêN Buroyê (BES) bû û li vir civîneke çapemeniyê li dar xist. Hêzên Ked û Demokrasiyê, daxwaz kirin ku weqf ji statuya berjewendiya giştî bê derxistin.