Li navçeyên Mêrdînê endamên meclîsê hatin astengkirin 2020-02-03 14:30:00   MÊRDÎN – Endamên Meclîsa Şaredariyên HDP’ê yên xwestin li navçeyên Nisêbîn, Dêrik, Stewr û Şemrexê beşdarî civîna şaredariyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    Li navçeyên Nisêbîn, Dêrik, Şemrex û Stewrê yên Mêrdînê ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin civînên mehane yên meclîsa şaredariyê li dar dixin. Endamên meclîsên şaredariyên HDP’ê xwestin biçin beşdarî van civînan bibin, lê polîsan têketina HDP’iyan asteng kir û li ser fermana qeyûman nehişt bikevin hundir. Tevî hemû nîqaşan jî polîsan destûr neda.