Li Cizîr û Hezexê endamên meclisê negirtin şaredariyan 2020-02-03 13:15:47 ŞIRNEX - Polisan têketina endamên meclisa şaredariyê asteng kir û ji wan re ev tişt got: "Hûn ji bo hilweşandina pergala ku li hundir bi rêk û pêk didome dixwazin bikevin hundir." Li Hezexê jî polisan endamên meclisa şaredariyê ên HDP'î asteng kir.    Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şaredariyên wan hatiye kirin, endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î xwestin tevlî civîna meclisê ku her meh roja duşemê tê lidarxistin, bibin. Endamên meclisê ku bi awayekî komî çûn şaredariyan ji aliyê polisan ve hatin astengkirin.    'HÛN PERGALA LI HUNDIR XERA DIKIN'    Endamên Meclisa Şaredariya Cizîrê ku ku xwestin bikevin şaredariyê, di navbera wan û polîsan de niqaş derket. Polîsan anîn ziman ku ji ber tu teblîqat nehatiye ew ê wan nexin şaredariyê. Her wiha polîsan ji endamên meclÎsa şaredariyê re gotin, "Hunpergala şaredariyê xira dikin"  û destûr nedan ku endamêm meclisê bikevin hundir.   Endamên meclîsê,daxwaznameya ku nivîsin ji Midûrê Karê Nivîsê re şandin û gotin ku ewê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.    LI HEZEXÊ JÎ HEMAN REWŞ DERKET HOLÊ    Li navçeya Hezexê jî  Endamên Meclisa Şaredariyê hatin astingkirin û polîs nexwest ku bikevin şaredariyê. Polîsan, li vir jî  bi lêv kir ku tu teblîqat nehatiye û ji ber wê nahêlin bikevin şaredariyê. Endamên meclisê li vir jî daxwaznameya ku nivisîn ji Midûrê Karê Nivîsê yê şaredariyê  re şandin.