TUAY-DER: Wezaret bila daxwazên Grûp Yorumê pêk bîne 2020-02-03 12:09:24 AMED – Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet emîn Guzel, bal kişand ser rewşa endamên Grûp Yorûmê yên ku 25 roj in di rojiya mirinê de ne û wiha got: "Bêhiqûqî û sepanên keyfî yên li ser endamên Grûp Yorûmê nayê qebûlkirin. Em Wezareta Karê Hundir û Wezareta Dadê hişyar dikin ku daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û gavan bavêjin"  Komeleya Piştevaniyê ya Malbatê Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê têkildarî çalakiya endamên Grûp Yorûmê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên TUAY-DER’ê di civînê de amade bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel diyar kir ku endamên Grûp Yorûmê 25 rojê di rojiya mirinê de ne û wiha got: “Endamên Grûp Yorûmê bi riya parêzerên xwe hin daxwazên xwe ragihandin û diyar kirin ku li dijî bê hiqûqiyan ketine greva birçîbûne. Daxwazên muzîkjenan wiha ne ‘Divê li Navenda Çanda Îdîlê ya ku Grûp Yorûm lê xebatê dike û tim tê terorîzekirin zextên polîsan bi dawî bibe. Bila endamên Grûp Yorûmê yên ku wezaretê kirine lîsteya kesên lêdigerin, ji lîsteyê bên derxistin. Bila qedexeyên ku 3 sal in li ser konserên Grûp Yorûmê heyî bê rakirin. Dozên li ser endamên Grûp Yorûmê hatî vekirin bila bên xistin. Bila endamên ku girtî serbest bên berdan.”   ‘EV SEPAN DÊ BIBIN SEBEBÊ REWŞÊN NEYÎNÎ’   Guzel, da zanîn ku li dijî sepanên bê hiqûqî û îhlalên mafan bêtomar mayîn nêzîkatiyeke keyfiye, sûc e û wiha berdewam kir: “Em bi fikarin ku bi van sepanan di pêşerojê de rewşên neyînî pêş bikeve û ewlehiya canê girtiyan bixe xetereyê.” Guzel, xwest demildest daxwazên endamên Grûp Yorûmê bên qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku mafên qanûnî yên girtiyan nehatine pêşwazîkirin û bêhiqûqî berdewam dike girtî di rojiya mirinê de ne.  Guzel, destnîşan kir ku wek TUAY-DER Amed bêhiqûqî û sepanên keyfî yên li ser endamên Grûp Yorûmê tên meşandin nayê qebûl kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir Wezareta Karê Hundir, Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyê (TBMM) vedixwînin ku li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan xebatê bibin meşandin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.”