Li Girtîgeha Eskîşehîrê polîsên tîmên taybet jî beşdarî lêgerînê bûn e 2020-02-03 11:46:37   ENQERE -  Hat ragihandin ku bi beşdariya tîmên taybet li qawîşên girtiyan ên Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê lêgerîn pêk hatiye.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimînin bi rêya malbatên xwe ragihandin ku mafê girtiyan tên binpêkirin. Girtiyan diyar kir ku bi tu awayî nameyan nadin wan û nameyên dinivisînin jî tên astengkirin û li wan nazivirînin û îdare derbarê nameyan de agahî nade wan.    Girtiyan da zanîn ku li qawîşên wan bi awayek kêfî lêgerîn tê kirin û polîsên tîmên taybet jî di lêgerînê de cih girtin e. Girtiyan diyar kir ku tevî ku pereyê rojnameyan ji hesabê wan tê birîn jî rojnameyan nadin wan.    Girtiyan destnîşan kir ku daxwaznameyên têkildarî binpêkirinên mafên diqewimin ên ji bo rêveberiya girtîgehê û derve dinivîsînin jî bersiva wan nayê dayîn.    Girtiyan bang bang li parêzvan û saziyên mafên mirovan kirin ku li dijî bipêkirina mafan ên li ser wan pêk tê derkevin.