Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin 2020-02-03 11:05:00 MÊRDÎN – Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê yên HDP’yî xwestin beşdarî civîna mehane bibin. Lê polîsan di têketina avahiyê de ew asteng kirin û ji wan re gotin “Daxwazek serok a wiha nîne.”  Ji meha mijdara 2019’an vir ve qeyûmê tayînî Şaredariya Qoserê hatiye kirin ve tê birêvebirin. Her meh civîna meclîsa şaredariyê pêk tê. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin beşdarî Civîna Meclîsê ya vê mehê bibin. Polîsan HDP’iyan li ber derî rawestandin û nehiştin bikevin hundir. Endamên Meclîsê û polîsan demek nîqa kir. Polîsan ji HDP’iyan re got “Daxwazek serok a wiha nîne” û bi vî awayî destûr nedan bikevin hundir.