Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin 2020-02-03 10:20:03 ENQERE  - Wezareta Parastina Neteweyî, ragihand ku di operasyona duh bi şev a artêşa Sûriyeyê ya li dijî Îdlîbê pêk anî de, 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, leşkerek jî giran bi giştî 9 leşker birin dar bûn.  Artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe yên li dijî Îdlîbê dewam dike. Artêşê duh bi şev jî bi topan êrîşî bajêr kir. Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê, ragihand ku şevê din di navbera Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeyê de pevçûn derketiye. Li gorî îdîayan, Artêşa Sûriyeyê, 3 kîlomet re nêzî Serakîb a ji bo Îdlîbê xwedî girîngiyek mezine bûye. TSK’ê ji ber vê li Serakîb, baregehên kontrolê yên nû avakirin û di saetên şevê de jî, top û fuze avêtine.     Wezareta Parastinê, da xuya kirin ku di encama top barandina Artêşa Sûriyeyê de 4 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane, yek jî giran, bi giştî 9 leşker birîndar bûne.