‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’ 2020-02-03 10:02:54 AMED - Rojnamegera Îzgîlîzî Emily Apple ya ji Îngîlîstanê tevlî 3'yemîn Konferansa Hevdîtina Jinê ya TJA'yê bû, diyar kir ku têkoşîna ku jinên kurd didin îlham dide mirov û got: "Ji bo ku em ji wan îlham bigirin û têkoşînê fêr bibin li vir in." Hiqûqnas Perîxan Ahmet Kerîm a ji Hewlerê hat Amedê jî, anî ziman ku divê jin li çar aliyên Kurdistanê bibin yek. Jinên ku ji bajerên cuda yên Tikiyeyê û Ewropayê beşdarî 3'yemîn Konferansa Hevdîtina Jinê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi şîara "Em jin in, em ji bo azadiya xwe hene, em ji bo guhertinê li ser piya ne" li Amedê pêk anî bûn, diyar kirin ku ew ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin.   Rojnamegera Îngîlîzî Emily Apple, da zanîn ku têkoşîna jinên kurd bandor li ser jinên îngîlîz jî kiriye û wiha axivî: “Em têkoşîna li vê derê bi gelek bi hêz, bi tevger û wek îlham dayînê dibînin. Jinên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn me dît ku çawa tên li ba hev û xwe birêxistin dikin. Mînak di hemû partî û kongreyên de jin wekhev in û hevserokên jin hene. Li Îngîlîstanê gelek mirov nizanin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê jin evqas bi hêz in û evqas tevgerek jinan a xurt heye. Têkoşîna jinan a li vê derê, di rastiyê de ji gelek tevgerên jinan ên Ewropayê xurttir in.”   ‘DIXWAZIN VÊ MODELÊ DI SAZIYÊN XWE DE BIXIN MERIYETÊ’   Apple, anî ziman ku hem di civaka sivîl hem di siyasetê de teşeya rêxistinkirina jinên kurd mînak digirin, dixwazin vê modelê di saziyên xwe de bixin meriyetê û wiha domand: “Li vir bûyîn, di nava piştgiriyê de bûyîn û ji jinên Îngîlîstanê re, rêxistinkirina jinan vegotin rewşeke taybet e. Li Îngîlîstanê komeke me ya kurdan heye.  Di refên pêşiyê yên têkoşînê de cihê xwe digirin û dixebitin.”   ‘JI FIKRÊN ME DITIRSIN’   Apple, dest nîşan kir ku li Îngîlîstanê jî li ser kurdan zextek heye û wiha rêz kir: “Dixwazin zextên li ser kurdan bi qanûnan bingehîn bikin. Ew ji bo pergala kapîtalîst kûrtir bikin, em jî ji bo cîhaneke baştir ava bikin, şer dikin. Ji fikrên me ditirsin. Weke jin emê berdewama dengê xwe bilindkirinê bidomîn in.”   ‘GELEK KARÊN ME HENE KU EM BIKIN’   Apple, diyar kir ku bi piştevaniya jinên enternasyonal wê bi hevre şoreşê pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dengê me wê bilind be. Dewlet bixwaze me bê deng bike jî, dê denge me bilind bibe. Li dijî faşîzmê em dikarin bibin aliyekê vê şoreşê. Gelek karên ku em bikin hene. Bi hev re em dikarin azad bibin û bi hev re em dikarin serbikevin.”   ‘JIN BI SÎNOR DI NAVA SIYASETÊ DE CIH DIGIRIN’   Hiqûqnas Perîxan Ehmed Kerîm a ji bajarê Hewlerê yê Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bû jî, dest nîşan kir ku ev hevdîtin ji bo jinên her çar aliyên Kurdisatanê dijîn girînge û wiha axivî: "Ji tecrubeyên hevdû sud girtin girînge. Jin ji bo ku di nava partiyên siyasî û rêveberiyan de bibin xwedî gotin têdikoşin û bi sînor di nava xebatên siyasî de cih digirin. Jin berbiçav nînin. Mêr zêdetir xebatan bi rêve dibin. Hêvî dikim ku di armancên xwe yên pêşerojê pêkanînê de, em berjewendiyên hemû jinan bifikirin û wisan tevbigerin.”    ‘EM YEKITIYÊ AVA NEKIN PÊŞVEÇÛN NABE’   Kerîm, anî ziman ku tişta ku ewil divê dinava jinan de hebe yekitî ye û wiha bi dawî kir: "Em wek jinên Başûr, Bakûr û Rojava divê bibin yekin. Ez bawer dikim ku li her çar aliyên Kurdistanê em ê yekitiya xwe ava bikin. Heke em vê yekitiyê ava nekin, nikarin pêşve jî biçin û nikarin guhertin û veguhertina civakê jî pêkbîn in.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel