Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e 2020-02-03 09:18:59 ENQERE - Prof. Dr. Îlhan Ûzgel,têkildarî "Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn" ev nirxandin kir: "Çareseriyeke 2 dewletî hatiye ziman lê ne di wateya dewleta ku em dizanin. Rêveveberiyeke xweser a tenê di bin tundiya Îsraîlê de hatiye fikirîn." Nîqaşên li ser "Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn" ku Serokê Amerîka Donald Trûmp, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re aşkera kir, didomin. Di planê de Qudûs bi awayekî nedabeşkirî weke paytexta Îsraîl hatiye qebûlkirin. Ji bo Filistînê jî bi şert dewleta serbixwe hatiye pêşniyarkirin. Bertekên li dijî plana ku xaka Filistînê dabeş dike, dihelîne û êrîşen li ser hêsan dike, bi sînor in. Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Ûzgel, "Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn" ku Serokê Amerîka Trûmp navê "Plana Sed Salê" lê dike, nirxand.    'HEMLEYA BIHÊZKIRINA ÎSRAÎLÊ YE'   Ûzgel, diyar kir plan di pirsgirêka Filistînê destê Îsraîlê xurt dike û wiha got: "Plana aştiyê di navbera aliyan de tê kirin. Aliyên pirsgirêkê tên gel hev û sînorên xwe diyar dikin û muzakereyan bi rê ve dibin. Pirsgirêka herî mezin aplanê ew e ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de bi rê ve çûye û hatiye aşkerakirin. Rêbazeke derveyî pêvajoyên aştiyê ye. Ev jî nîşan dide ku di daxwaza aştiyê de samîmiyet tuneye. Weke naverok tu tiştek ji Filistînê nehatiye pirsîn. Ev plan nişan dide ku divê pêvajoyên aştiyê çawa neyên kirin."   'PEYAMA "YA BIGIRE YA JÎ BIQEDE" DIDIN FILISTÎN'   Ûzgel, destnîşan kir ku bi planê peyama "ya bigire ya jî biqede" dane Filistînê û ev tişt anî ziman: "Jê re dibêjin, 'Me planeke aştiyê daniye pêşiya te. Wê bibe peymana esrê. Heke hûn tevlî nabin hûn dizanin. Wê vê carê mekanîzmayeke cezakirinê ya girantir bê'. Di xaka Filistînê de deverên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin hene. Wê van bi demê re meşrû bikin. Wê ji niha şûn ve tundiyên li  ser Filistînê dê zêdetir bibin."   'ÎHTÎMALA DAMEZRANDINA FILISTÎNÊ JI HOLÊ RADIBE'   Di dirêjiya axaftina xwe de Ûzgel, bal kişand ser rewşa Tevgera Filistinê ya ku îro têde ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgera Filistînê dema xwe ya herî qels dijî. Hem piştgiriya navneteweyî ya ji bo Filistinê kêm bûye û hem jî di Tevgera Filistînê de dabeşbûne heye. Ji ber vê yekê dê biryar tu bandor li Rojhilata Navîn neke. Di rastiyê de rewşeke ku divê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Lewre hêzeke Filistînê ya bi vî rengî tuneye. Ji ber vê yekê dê hê zêdetir bi tundiyan re rû bi rû bimînin û pirsgirêka Filistînê bixitime. Îhtîmala damezrandina Dewleteke Neteweyî ya Filistinê ji holê radibe. Di vê planê de çareseriyeke 2 dewletî tê ziman lê ne di wateya dewleta ku em dizanin. Rêveveberiyeke xweser a tenê di bin tundiya Îsraîlê de hatiye fikirîn."   'BERTEKÊN TIRKIYEYÊ JI BO ŞOVÊ NE'   Tekildarî bêdengiya navneteweyî ya ji bo plana ku Filistînê tasfiye dike jî Ûzgel, ev tişt gotin: "Careke Tevgera Filistînê tevgereke gelek kevn e. Pirsgirêk pir kevn e weke Pirsgirêka Qibrisê. Ya duyemîn bertek hene lê pir bi sînor. Filistiniyan, Tirkiye û Îranê bertek nîşan dan. Jixwe nepêkane ku Misir, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê derkevin derveyî xeta Amerîkayê. Heke Filistîn qebûl neke ne pekane ku mirov qala pêvajoyeke aştiyê bike. Ji ber vê yekê aktorên din nebûn alî. Berteka Tirkiyeyê jî piranî bi gotinê ye û ji bo şovê ye. Encameke van bertekan tuneye. Di encamê de Erdogan bi Trumpê ku vê yekê dikere re di nav têkiliyeke xurt de ye. Bi kurtasî, Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e. Lîder û rejîm, bi manîpûlekirina Pirsgirêka Filistînê desthilata xwe zexm dikin. Erdoganê me jî vê kir. Her aktorê ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe lîder, li ser Filistînê radiwest e."   MA / Selman Guzelyuz