Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin 2020-02-03 09:18:07 STENBOL - Serokatiya Lîjneya Perwerdeya Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê, şandina hejmareke zêde ya pirtûk û rojnameyan a girtiyan asteng kir. Hincet jî peyva komkujî ku di weşanan de ji operasyonên "Komkujiya Roboskî" û "Vegera li Jiyanê" re komkujî hatiye gotin, hatiye nîşandan. Serokatiya Lîjneya Perwerdeya Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê, ji bo pirtûk û rojnameyên ku ji girtiyan re hatine şandin nedine wan, biryarên skandal girt. Di biryara lîjneyê ya 20'ê Çileyê de gelek pirtûk û rojnameya ji girtiyan re hatin qedexekirin. Lîjneyê, Rojnameya Yenî Demokrasî ya bi dîroka 29'ê Kanûna 2019'an û 9'ê Çileya 2020'an ku bi rêya postaye hatibû şandin, bi hinceta sernavê "Em ê Bombeyên Faşîzmê yên ku Mirinê Vedireşin ji Bîr Nekin" û nivîseke têkidlarî Komkujiya Roboskî neda girtiyan. Lîjneyê, di nirxandina xwe ya têkildarî rojnameyê de angaşt kir ku di nivîsan de hêzên ewlehiyê biçûk hatine xistin û dewlet weke kujer hatiye nîşandan û bi vê hincetê destûr neda ku rojname bigihîje girtiyan.    HINCETA ASTENGIYÊ PEYVA KOMKUJIYÊ YE   Nivîseke din ku ji bo astengkirinê weke hincet hate nîşandan "Hedefa Komkujiya 19'ê Kanûnê Ne Hundir Derve bû". Di biryarê de weke hincet hatiye angaştkirin ku operasyona dewletê weke komkujî hatiye nîşandan û bi pezindayîna greva birçîbûnê propagandaya rêxistina terorê hatiye kirin.    ROJNAMEYÊ BI DERFETÊN XWE WERGERÎNE   Rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî ku ji nûçegîhana ajansa me Sadiye Eser re hatiye şandin jî hatiye astengkirin. Hinceta nedayîna 2 hejmarên rojnameyê wiha ye: "Rojnameya Xwebûnê tevahî bi kurdî ye. Ji ber ku zimanê wê nayê fêmkirin, divê ku girtî Sadiye Eser rojnameyê bi wergerkerekî sonxwarî bide wergerandin. Vê yekê bike jî dê rojname ji aliyê Lîjneya Perwerdeyê ve bê nirxandin. Ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku rojname neyê dayîn." Li gel ku wergerandina weşanan peywira rêveberiya girtîgehê ye jî rêveberiya girtîgehê hewl daye rojnameyê bi girtî bide wergerandin û têketina rojnameyê asteng kiriye.   SMO KIRINE ARTÊŞA FERMÎ   Rojnameyeke din ku hatiye astengkirin, Rojnameya Atilimê ku heftane weşanê dike. Sernavê hejmara 21'emîn ê rojnameyê "Çeteyên Tirkiyeyê li Lîbyayê ne" bûye hinceta astengkirinê. Di biryara astengkirinê de hatiye angaştkirin ku rojnameyê ji ber şandina leşkeran a Lîbyayê hêzên ewlehiyê bi îfadeyên derew biçûk hatine xistin û li dijî yekitî û hevparbûnê weşanê kiriye. Di nivîsê de hêzên ku ji wan re çete hatiye gotin ne leşker in, endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ne. Lê lîjneyê vê ferqê paşguh kiriye û weke ku SMO artêşa fermî be nirxandiye.    Rojnameya Mucadele Birlîgî jî ji ber naveroka xwe bi heman hincetên rojnameyên din hatiye astengkirin û destûr neyatiye dayîn ku hin hejmarê wê bigihîjin girtiyan.