Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir 2020-02-03 09:13:52   RIHA - Venerînerên Sayiştayê, di encama lêkolînên ku kirine, nêlirêtiyên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatine kirin, yek bi yek derxistin holê. Di rapora ku hatiye amadekirin de li ber çavan hatiye raxistin ku bi Projeya Troleybus ku weke "projeya mega" hatiye nîşandan, çawa xesar li cemaweriyê ketiye.    Serokatiya Sayiştayê, rapora sala 2018'an a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê weşand. Di rapora ku hatiye amadekirin de nelirêtiyên şaredariyê yek bi yek hatine rêzkirin. Venerînerên Sayiştayê, bi lekolînên ku kirine, derxistine holê ku malên şaredariyê derveyî qanûnan hatine terxankirin, bêyî îhaleyê di berdila ecrîmîsîlê de hatine bikaranîn û wesayîtên fermî yên şaredariyê derveyî saetên mesaiyê bêyî peywirdarkirinê hatine bikaranîn.    YEK BI YEK TESPÎT KIRINE   Dîsa li derveyî hikmên planên hawirdorê ji stasyonên sotemeniyê re emsal hatine dayîn. Li navçeya Xalfetiyê kelek û vapûr li ser Çemê Firatê bêyî îhale hatine xebitandin. Karker, di seriya sînorê salane yê 270 saetî de hatine xebitandin û destûrên wan ên salane ne li gorî qanûnan hatine bikaranîn. Venerînan, derxistiye holê ku şaredariyê bêyî ku îhale bike malên xwe yên daye kirê, dema peymanên wan dirêj kiriye û 83 daîreyên xwe derveyî qanûnan ji bo 25 salan dewrî Miduriyeta Polisan kiriye.    Venerînerên Sayiştayê, îhaleyên têkildarî Projeya Troleybus ku weke "projeya mega" hatiye nîşandan lêkolîn kirine û nêlirêtiyên di van îhaleyan de hatine kirin, yek bi yek tespît kirine. Bi van tespîtan derketiye holê ku bi projeyê xesar  gihîştiye cemaweriyê. Venerîneran tespît kiriye ku di îhaleya projeyê de prensîbên zelalî, reqabet, nepenî, memeleya wekhev û bikaranîna berdar a çavkaniyan hatiye binpêkirin.    FÎRMAYÊN KU TEKLÎF JI WAN HATINE GIRTIN ÊN HEMAN KESAN E!    Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji bo îhaleyê ji 5 fîrmayan teklîf htiye girtin û têkildarî van fîrmayan ev tişt hatiye gotin: "Ev fîrma fîrmayên Kayseriyê ne. Şirîkên wan heman kes in. Aşkera li holê ye ku di mijara nîşandana bihayê rasteqîn de gumanan çêbikin. Jixwe teklîfa herî kêm ji aliyê fîrmaya ku projeyan çêkiriye ve hatiye kirin. Beyî ku lêpirsînek bê kirin kar bi 455 milyon TL'yî ji fîrmayê re hatiye dayîn."