Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê 2020-02-03 09:13:11 HATAY - Parêzer Mehtap Sert ku 13 sal û 6 meh cezayê li bersûc Casim Ozan Çelîk ê bi asîtê êrîşî Berfîn Ozek kiribû, hatibû birîn, bir îstînafê, diyar kir ku li gorî nirxandina hiqûqî ya serdozgeriyê, divê bersûcê ku êrîş plan kiriye bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" bê cezakirin.  Casim Ozan Çeltîk, di 15'e Çileya 2019'an de li navçeya Îskenderûn a Hatayê, bi asîdê reşandibû ser çavê Berfîn Ozek. Ji ber vê êrîşê Çeltîk hatibû binçavkirin û bi sûcdariya "hewldana kuştina bi zanebûn" hatibû darizandin. Di darizandinê de ji ber sûcê "birîndarkirina bi zanebûn" 12 sal û ji ber sûcê "dabînkirina maddeyê sotebar" 18 meh, bi giştî 13 sal û 6 ceza lê hat birîn. Heyeta 1'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Îskenderûnê, di biryara xwe ya bi hincet de têkildarî êrîşê diyar kiribû ku delîleke şênber û teqez ku bersûc bi nîyeta kuştinê êrîş pêk aniye bi dest nexistine.    SERDOZGERIYÊ JÎ ÎTTÎRAZ KIR   Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, ji bo ku derbarê bersûc de li gorî angaştnameya ku li gorî rapora ji aliyê 5'emîn Lîjneya Pisporî ya Edlî ya Saziya Tipa Edlî û Beşa Tipa Edlî ya Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ve hatibû amadekirin, bi sûcdariya "hewldana kuştina bi zanebûn" hatibû amadekirin, biryar bê dayîn, biryara dadgehê îttîraz kir. Serdozgeriyê, weke hincet jî negirtina rapora têkildarî asîda ku êrîş pê pêk hatiye nîşan da.    'PLANKIRÎ TEVGERIYAYE'   Piştî ku dadgehê biryara xwe ya bi hincet aşkera kir, parêzerê Ozek Mehtap Sert, biryarê îttîraz kir û bi daxwaznameyekê serî li Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliya Herêmê ya Edeneyê da. Sert têkildarî dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Sert, diyar kir ku her çiqas dadgeh di qeneeta ku sûcê "hewldana kuştina bi zanebûn" pêk nehatiye de be jî kincên ku besûc li xwe kiriye, lepikên ku kiriye destê xwe û di keliya êrîşê de kişandina telefona Ozek hemû nîşan didin ku êrîş bi plankirî pêk hatiye.    'JI BO KUŞTINÊ ÊRÎŞ KIRIYE'   Sert, destnîşan kir ku di daxwaznameya îttîrazê de li ser miqtara reşandina asîdê rawestiyane û ev tişt got: "Bersûc, ji bo kêmkirina delîlan, beriya êrîşê bi ser kincên xwe de eşofman li xwe kiriye û lepik kiriye destê xwe. Asîta ku reşandiye ser Berfîn 1.5 lître ye. Heke bi armanca birîndarkirinê asidê bireşandina ewqas pir nedireşand. Miqdara asîdê nîşan dide ku bersûc bi armanca kuştinê asîdê reşandiye. Li gel vê yekê jî heyeta dadgehê bi sûcdariya "Birindariya bi zanebûn" 12 sal ceza li bersûc birî. Me îttîraza vê kir. Divê bi sûcdariya "hewldana kuştina bi zanebûn" ceza li bersûc bê birîn."   MA / Hamdullah Kesen