Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn 2020-02-03 09:12:14 RIHA - Daneşîna biryarê ya doza cînayeta Eylem Tîler ku beriya 3 salan destpêkê hatibû angaştkirin întîhar kiriye, lê paşê derketibû holê ku ji aliyê hevjîn û qesiya xwe ve hatiye qetilkirin, dê sibê bê dîtin.  Eylem Tîler (31), di 12'ê Cotmeha 2017'an de li taxa Kirbalê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji aliyê hevjîn û xesiya xwe ve hat qetilkirin. Destpêkê hatibû angaştkirin ku Tîller întîhar kiriye, lê paşê derketibû holê ku ji aliyê hevjînê xwe Huseyîn Tîler (36) û qesiya xwe  Hanî Tîler (81) ve hatiye qetilkirin. Pişt re doz li hevjîn û xesiya Tîler hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya doza cînayeta Tîler, dê sibê li 4'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Rihayê bê dîtin.    Hevjînê Tîler Huseyîn Tîler, di 4'ê Mijdara 2017'an de hatibû girtin û dayika wî Hanî Tîler jî ji bo ku berdayî bê darizandin, hatibû berdan.    Di daneşîna ku dê sibê bê dîtin de tê payîn ku li gorî mutalaaya di daneşîna dawîn de dozger dabû û parastinên dawîn biryar bê dayîn. Dozger di mutalaaya xwe de xwestibû ku Huseyîn Tîler û dayika wî Hanî Tîler bên cezakirin.    Ji parêzerên Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Rihayê û Seroka Navenda Mala Jiyanê ya Piştevaniya Jinan Dîlek Polat, beriya daneşînê banga hestiyarî û beşdarbûnê kir.