Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene 2017-12-13 12:39:39 SÊRT – Di serde girtina gundê Bêlekê ya Misircê de ji 13 welatiyên ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin gelek ji wan extiyar û nexweş in. Hat zanîn ku di nav ên binçavkirî de yên 58 salî û 82 salî jî hene û pirsgirêkên wan nexweşînê hene.  Li mezreya Bêlekê ya girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê duh leşkeran bi ser gund re girt û 13 welatî binçav kirin. Hin agahiyên der barê binçavkiriyan de jî zelal bûn. Li gorî agahiya ji gundiyan hat wergirtin di nav ên binçavkirî de Hecî Huseyîn Vural ê 82 salî heye û mehek beriya niha ji dilê xwe emeliyat bûye. Xizmên Vural ê ku divê her tim bê dermankirin ji tenduristiya wî bi xetere ne.    BI PIRANIYA BINÇAVKIRIYA EXTIYAR IN    Yek ji yên binçavkirî jî Ahmet Vural ê 85 salî ye û di rewşek nikare bimeşe de ye. Xizmên Vural diyar kirin ku ew bi rapor e û her tim dermanan bikar tîne û sekna xizmên wî ya bi xetere didome. Yek ji binçavkiriya jî Îzzettîn Vural e. Hat zanîn ku Îzettîn Vural li dayika xwe nexweş a di nav cihan de dinêre û ji bilî wî kes tune ye li dayika wî binêre.    Hasan Vural ê li Êlihê rûdinê jî dema di serde girtina malê de ne li mal bû. Li ser agahîdana bi têlefonê Hasan Vural çû karakolê û wî li vir binçavkirin.    Şêniyên nerazîbûn nîşanî operasyonê dan û gotin: “Ev kes hemû extiyar û nexweş in. Ev mirov bi zorê debara xwe dikin.”    ‘BIRYARA NEPEN’ DANÎN SER DOSYEYÊ    Li aliyê din hat zanîn ku ji 13 kesan 4 kes ji ber cih li nezaretxaneya Fermandiriya Leşkeriya Sêrtê tune bûye wan birine Miduriyeta Polîsan a Tilloyê. Parêzeran duh bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn û ji ber “biryar nepenî” li ser dosyeya wan heye der barê binçavkirinê de agahî bi dest nexistine.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Halîl Vural, Ahmet Vural, Hecî Huseyîn Vural, Îzzettîn Vural, Dîkran Vural, Ramazan Vural, Hasan Vural, Îzzet Yoksu, Ebedîn Ozne, Aledîn Ozne, Çelîk Ata, Şemsettîn Balik û Vasfettin Koç.