Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin 2020-02-02 18:41:14   MEXMÛR - Ji aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve komek çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrişa çeteyan da. Di encama bersîvdana hêzên Parastina Cewherî de du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.   Di saetên esir de, komek çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ve êrişê ser kampê kirin. Di navbera koma çete û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê de pevçûnek dijwar derket. Pevçûna ku bi qasî saetek berdewam kir de, du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di dema pevçûnê de şivanek jî birîndar bû. Li gorî zanyariyên hatîn girtin niha rewş li wargehê arame.