Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin 2017-12-13 12:25:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di qunçiknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser rol û rista Rewşenbirên Sûriye û partiya komînîstan. Ehmed, xwest êdî rewşenbir rola xwe rast bilîzin û ger ku rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin.  Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di qunçiknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser rol û rista Rewşenbirên Sûriye. Ehmed, da zanîn refê rewşenbiran ne diyar e û xwest êdî refê xwe diyar bikin û pêşengiya rast bikin.    Nivîsa Îlham Ehmed wiha ye:    Ji berê de civaka Surî her di nava xwe de keliya ye. Daxwaza guhertinên demokratik û azadîyê hatine kirin. Partiya komonîst a Surî a ku bandora xwe ji şoreşa sovyêtê girtibû, partiya kar a komonîst û berî rewş li Surî biteqe tevgera bahara dîmeşq (Şam), dest pê kir. Di nav van partî û Înîsiyetîfan de, kesayetên xwe sosyalist dîtin cih girtin xwestin guhertinek cidî li Surî bikin. Ev yek çê nebû. Ji ber zayînek pêş wext bû. Amadekarî jê re baş nebû. Ev bû sebeb ku ew hewldan beravêtî bibin. Niha ew kesayet kîne û li ku derê ne? Hejmarek baş ji wan hatin girtin. Di zindana de rizyan. Hinek jî hatin qetilkirin, yan jî teslîm wergirtin rêjîmê. Hinek jî mecbûr man derkevin dervê welat. Bi taybet partiya kar a komonîst û Însiyetîfa bahara dîmeşq (Şam). Ên gotin emê her bimînin muxalif, mixabin di wan de hêviyên serkeftinê nemane. Hinek jî sosyalistin, lê gava ku diaxifin û dihizrin, ferqa wan û hişmendiya rêjîmê tu nabîne. Ew xwe muxalefet dibînin, lê ne amadene fedekariyê bikin. Pirsgrêk û kirîza Surî di doza mafê mirovan de dibînin. Yanî her kesayet di çerçeva nasnama hemwalatiya gîştî de dibe çareser bibe. Gava ku li ser mafê gelan diaxifin gelek xweş û baş diaxfin. Lê gava behsa cudabuna fikir tê kirin, ew tam dibin rêjîm li ser sere vî gelî.   Tê gotin tu çiqas muxalefeta tiştekî bike, ger rêbaz û armanca te ne cûda bin, bi zeman re tevgerandina weke rêjîmê çê dibe di rêbaz û armanc de. Mîna tabloya muxalefeta Surî ya derdikeve. Muxalefet e, lê ji bu erebûn xwe û înkarkirina ê din xwe bikuje, ev tiştek gelek ecêb e. Car cara ew bi hişmendiyek ji rêjîm zêdetir şovenîst dibe.   Rewşenbîrên Surî bi rastî ger bixwazin kar bikin ew dikarin Surî ji vê rewşê xilas bikin. Ew dikarin Însiyetîf bigirin dest xwe. Lê mixabin rewşenbîr ne ew renşenbîrê şoreşa Firansayê ne heya ku guhertina bingehîn di civakê de pêk bînin. Di fikir û ramana xwe de çiqas azadîxwazbin, ew her dudilî ne. Ev rewşê şilo dike. Ji ber tu nizanê ewê çi wextî biqulêpin, anjî refê xwe biguherin ger refa wan hebe. Bi navê xweserbunê welat ji dest dere lê ew bê helwest dimîne. Ê diparêze, ji ber di rêbazên xwe de radikalin, ew dikare dijminahiya wan bike. tene ji bo berjewendiyên xwe biparêze.   Niha dem hat guhertin. Rewşenbîr dikarin vê tabloyê biguhertin. Tenê bi mafê mirov û hinek itîfaqan guhertina Surî nakeve rojevê. Berovajî wê, ew astengiyan li beramber çareseriyê derdixe. Ji bo wê em dibêjin, dem dema rewşenbîran e. Ji bo bi denge bilind qîr û hawar bikin, bi pêynusa xwe, xelkê bînin nav piroja neteweya demokratik.   Berî her kesî jinên rewnşenbîr dive wî rolî bidin ser xwe. Lê mixabin em dibînin ku jin jî bûne aletek nikarin ji wan sînorê ji wan re hatiye danîn xwe xelas bikin. Pêwistiya Surî gelek bi hebûna jinan heye. Hene jinên bi salan xwendine û bûne xwedî nasnama. Lê mixabin hîn dimînin li benda ku hevjînê wan ji wan re îcaze bidinê û ew jin dibêjin em xwedî meslekin û em zanene. Eve halê rewşenbîran.   Çi dibe bila bibe, ger li maydanê tevgerek heye, tekoşînek bê hempa bi rêve dibe, ew tê wateya ku ew rewşenbîr dibe zûtirîn wext xwe komî ser hev bikin. Ji bo reye xwe li beramber civaka xwe spî veke.  Ê ku bi navê xweserbunê deste xwe nade bin kevir û her hinceta li der dor dibîne, ev nexwaşiya wane. Dibê demek zûtir xwe jê rizgar bikin.   Zûtirîn wext ew kesên xwe bi benê sosyalîzmê ve girtiye, xwe rast bikin. Li şûna rexn û gazincan bila bikevin fealiyetê û kar bikin. Wek tê gotin, hêvî ji serkeftinê bi watetire, gotinek pir bi qedre û raste, gava ew renşenbîr hêviyên xwe wenda nekin, ewê her di hewldanên guhertinêda bin û wê tekoşîn bikin. Lê ku hêvî wanda kir her tiştî wanda dikin. Di encamê de tirêna şoreşê wê her bimeşe. Ji bo wê tê xwestin ku rewşenbîr helwesta xwe diyar bikin. Wê di ku dera vê şoreşê de cih bigrin.