Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn 2020-02-02 15:21:36   AMED - Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk, diyar kir ku piştî erdhejê li 4 bajaran tespît kirine ku xesar gihîştiye 80 dibistanan û ji ber ku perwerde nikare li wan bê dayîn biryara hilweşandinê ya her heştê dibistanî dane.    Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk, tevlî bernameya televîzyonekî bû û têkildarî rojevên perwerdeyê daxuyanî dan. Selçûk, diyar kir ku piştî erdhejê li 4 bajaran tespît kirine ku xesar gihîştiye 80 dibistanan û perwerde nikare li wan bê dayîn û ji ber vê yekê biryara hilweşandina her heştê dibistanî jî dane. Selçûk, da zanîn ku ji van dibistanan 32 jê li Xarpêtê, 27 jê li Meletiyê, 14 jê li Semsûrê û 7 jê jî li Amedê ne.