Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye 2020-02-02 15:17:00   STENBOL – Malbat û xizmên 21 kesên 12 sal berê di teqîna kargeriya Davutpaşa de jiyana xwe ji dest dan, bernameya bîranînê li dar xistin. Malbatan ji 21 kesan meş li dar xist û diyar kirin ku 12 salin birîna teqîna Davutpaşa hêj ne kewiya ye.    Malbatên Karkeren Li Edaletê digerin, ji bo 21 karkerên di teqîna Davutpaşa ya di 31'ê Çileya 2008'an de jiyana xwe ji dest dan, li Kolana Dumlupinarê kom bûn û heta pêş kargeriya Davutpaşa ya karkeran lê jiyana xwe ji dest dan meşiyan. Malbat û xizmên 21 kesên jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din tev li meşê bûn. Malbatan wêneyê kesên jiyana xwe ji dest dabûn û pankarta “12 salin em edaletê dixwazin" vekirin. Malbatan dîsa dowîzên “Me Davutpaşa ji bîr nekir, em ji bîr nakin", “Bila berpirsiyar bên darizandin, em edaletê dixwazin" bilind kirin. Dîsa dirûşmeya “Ne qezaya kar, cînayet e" berz kirin.    EM TÊK NEÇÛN Û TÊK NAÇIN    Li ser navê karkeran hevjînê Gulhan Çabuk Îdris Çabuk daxuyanî da û wiha got: "Êş û birîna me hêj germ e. 12 salin em li edaletê digerin. 12 salin hêj dilême disoje. Êşa me nû ye. Lêgerîna edaletê em hemû malbat anîn cem hev. Em têk neçûn li ser piyan in. Têkoşîna me ya 12 salan ne têkoşîna me tenê ye. Ev têkoşîn ne ji bo me tenê ye, lêgerîna edaletê ya ji bo hemû karkerên hatine kuştin e. Têkoşîna me ji bo karkerên dema dixebitin neyên kuştin e."    Çabuk, xwest edalet cihê xwe bibîne û berpirsiyar bên darizandin û wiha got: "Biryara teqîna Davutpaşa me tu carî erê nekiriye. Em qebû nakin jî. Me bi rêya parêzeran serî li dadgeha jor daye."    Bavê karker Orhan Saday Adnan Saday jî bang li rayedarên hikûmetê kir û wiha got: "Em dixwazin canên din nebin qurban. Serokê bajaran, wezîrê karên hundir, Serokomar dakevin kolanan. Guh bidin dengê mirovên kolanan. Hurmete nîşanî wan bidin. De dema ku hûn di televîzyonan de bejna xwe nîşanî me bidin e. Em tev li vir birîndar in. Em naxwazin li vir rawestin. Malbat piştre ji bo 91'emîn Nobeta Edalet û Wîcdan derbasî Qada Galatasaray a Taksimê bûn.