Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2020-02-02 14:47:56   AMED - Şaxa SES'ê ya Amedê 10'emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiye (SES) ya Amedê, 10'emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li dar xist. Kongre li oteleke navçeya Sûrê pek hat û gelek kedkar tevlî bûn. Di kongreyê de axaftin hatin û kirin polîtîkayên desthilatê hatin rexnekirin û peyamên têkoşînê hatin dayîn.    Piştî axaftina ji bo rêveberiya nû di nav delegeyên SES'ê de hilbijartin pêk hat û rêveberiya nû hat dîyarkirin. Ji bo endamtiya esil a rêveberiyê Şiyar Guldîken, Gulhan Tekîn, Yildiz Ok Orak, Rozerîn Çatak, Bekîr Toprak, Eyyup Ay û Mûrat Yîgît hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê Hevserokên SES'ê Recep Orûç û Gonul Adibellî û Lîjneya Rêveberiyê, peywira xwe dewrî rêveberiya nû kirin.