Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e 2020-02-02 14:05:55   STENBOL - Alîkarê Wezîrê Karên Derve Farûk Kaymakçi, Di Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de diyar kir ku ji ber "Acizkirina turîstan" Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin.    Di Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku li Cenevreyê didome de, Qarneyê Tirkiyeyê yê Mafê Mirovan hat nirxandin. Di Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de rayedarekî sedema qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê pirsî. Li ser vê pirsê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Farûk Kaymakçi, parast ku ji ber "Acizkirina turîstan" Qada Galatasarayê ji çalakiya Dayikên Şemiyê re hatiye qedexekirin. Her wiha Kaymakçi, angaşt kir ku Dayikên Şemiyê çalakiya xwe bê destûr li dar dixin.    Dayikên Şemiyê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî Kaymakçî da, diyar kir ku qad ne tenê li wan, li welatî û turîstan jî hatiye qedexkirin û di bin dropêça polisan de ye.