‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin' 2020-02-02 12:16:33   STENBOL – Platforma Belleka Civakî, têkildarî berdana kujerê Komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç ku bi îmzeya Serokomar Tayyip Erdogan hat berdan, daxuyanî dan û gotin: "Kî qatîlan efû dike bila bike, lê em qatîlan efû nakin."    Kujerê komkujiya Otela Madimakê ya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç bi destûra Serokomar Tayyip Erdogan hat berdan. Di sala 1993'an de li dijî Otela Madimakê êrîş pêk hatibû. di êrîşê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Berpirsiyar û kujerê komkujiyê Ahmet Turan Kiliç ê 86 salî hatibû girtin û bi destûra taybet a Serokomar  û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hat berdan. Platforma Belleka Civakî bertek nîşanî berdana Kiliç dan. Platformê têkildarî berdana Kiliç daxuyanî dan û berdana Kiliç şermezar kirin.  Platformê di daxuyaniyê de anî ziman ku bi destûra taybet a Serokomar hat berdan û wiha got: "Doza 27 salan dewam kir dawiya dawî bi demborî dosya girtin. Kesên kujer bi berdanê xelat kirin. Lê komkujiya Sêwasê sucê mirovahiyê ye. Di sûcê mirovahiyê de demborî nabe. Dem di ser suc re derbas nabe. Li gorî daneyên ÎHD'ê niha li girtîgehan 557 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene. Lê heta niha yek jî nehatiye berdan. Ev feraseta newekheviyê ye. Kî kujeran efû bike bila bike, lê em efû nakin."