Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin 2020-02-02 10:47:40   XARPÊT - Rêxistina HDP'ê ya Muglayê, ji navçeya Bodrumê bi otobusê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê şandin.  Lê polîsan di ketina Xarpêtê de dest danîn ser pakêtên alîkariyê ya HDP'ê. Fermana wezaretê ya “Alîkarî dê bi rêya AFAD'ê bên belavkirin' tenê ji bo alîkariya HDP'ê derbasdar e.    Li Xarpêtê di 24'ê çile de erdheja hêza wê 6,8 pêl pêk hat. Di erdhejê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û Hezar û 607 kes birîndar bûn. Bi sedan xanî xera bûn. Ji gelek bajaran alîkarî hat şandin. Lê alîkariya ku HDP'ê û rêxistinên Elewiyan şandin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Wezareta Karên Hundir fermana “Alîkariya bê şandin dê bi destê AFAD'ê bê belavkirin" da. Piştî vê fermanê gelek alîkarî ji bajarên cuda hatin şandin. Lê tenê alîkariya ku bi destê HDP'ê û saziyên elewî hat şandin hat astengkirin. Rêxistina HDP'ê ya Muglayê, ji navçeya Bodrumê bi otobusê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê re şandin.  Lê polîsan di ketina Xarpêtê de dest danîn ser pakêtên alîkariyê ya HDP'ê. Polisan fermana Wezareta Karên Hundir a “Alîkarî dê bi rêya AFAD'ê bên belavkirin" hincet nîşan da û destûr neda alîkariya HDP'ê bigêje mexdûran. Heta niha gelek rêxistinên HDP'ê alîkarî şandin Xarpêtê. Lê hemû alîkariya bi destê HDP'ê hat şandin tev yek bi yek hat astengkirin. Herî dawî Rêxistina HDP'ê ya Muglayê alîkarî şand û bi heman hincetê hat astengkirin.    Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Xarpêtê Baki Yildirim, anî ziman ku hesabên îqtîdarê yên siyasî ji rewşa mexdûrên erdheja Xarpêtê girîngtir e û wiha got: "Gelek mirov tên partiyê û dixwazin alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê. Welatî di şertên zor û dijwar ên zivistanê de di çadiran de dijîn. Divê alîkarî bi lez bigêje wan. Lê alîkariya ku partiya me dişîne dişîne rastî astengiyan tê."    MA / Lezgîn Akdeniz