Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû 2017-12-13 12:09:29   STENBOL - Di dema bûyerên Geziyê de polîsan bombeyên gazê avêtibû û Berkîn Elvan qetil kiribû. Doza der barê bûyerê de dest pê kir. Dayik Gulsum Elvan dema dîmen temaşe dikirin li ser hişê xwe çû.   Li Okmeydaniya Stenbolê di 16'ê Hezîranê 2013'an de bûyerên Geziyê qewimî bûn û polîsan piştî bi bombeyên gazê êrîşê girseyê kir, bombe bi serê zarokê bi navê Berkîn Elvan ket û piştî 269 rojan di beşa lezgîn de hat girtin, jiyana xwe ji dest da. 4'emîn rûniştina dozê li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Welatiyên ji bo dozê bişopînin hatin danaşînê, li nêzî edliyeyê di kontrola GBT'ê re derbas bûn. Wekîlên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hîlmî Yarayici, endamê Lijneya Serokatiya ODP'ê Alper Taş, Şaîr Ataol Behramoglu û gelek kes jî tev li dozê bûn.   Polîsê bersûc Fatîh Dalgali yê bê girtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê li Wanê beşdarî dozê bû, malabta Elvan û gelek parêzer li danişînê amade bûn. Piştî heyet derbasî cihe xwe bû rûniştinê dest pê kir, dîmenên TUBÎTAK'ê şandibûn li dosyayê hatin zêdekirin.   'DI SEDYEYÊ DE TORPÎL HEBÛ'   Di rûniştinê de destpêkê xebatkarê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê Cîhan Gençoglu, wekî şahid guhdar kirin. Gençoglu ev tişt got: "Saet 07.00-08.00'an de yek bi sedyeyê anîn. Li ser sedyeyê torpîl hebûn. Min got dê biteqin, min danîn teslîmê odeya polîsan kirin. Min piştre fêm kir ku torpîl in. Qeydeke 5 deqeyî jî nehat kirin. Ji ber ku min teslîmê polîs kirin, girtek hat girtin."   Peywirdara emelyatê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê Dîlek Ozturk jî ev tişt anî ziman: "Dema ez hatim emelyatê dest pê kiribû. Xwestin ez kel û pelên aydê nexweş li formê binvîsim. Min jî ev li formê qeyd kirin. Hejmara 7'an min sererast kir. Min destpêkê 4 nivîsî û 3 heb dîsa derketin min wekî 7 sererast kir."   3 şahidên din ji ber ku nehatin rûniştinê nehatin guhdarkirin.   'DAYIK LI SER HIŞÊ XWE ÇÛ'    Dîmenên ji dosyayên danişînê re şandin, lêkolîn kirin û rûniştin dewam kir. Dema dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvam dîmen temaşe dikirin, got ku "Milê te qeut be kujer" û li ser hişê xwe çû. Gulsum Elvan bi alîkariya parêzeran ji salonê hat derxistin.