Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê 2020-02-02 09:09:51     ENQERE - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, qanûna ji bo dorfirehkirina karbidestiya notirvanan nirxand û got: "Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê". Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê Mûrta Yilmaz jî ji bo notirvanan got: "Arêtşa AKP'ê ye".    Piştî Serkomar Tayyîp Erdogan gotibû, "Bi şev gava radikevim dixwazim dengê pîspîska notirvanan bibihîzim", Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî daxuyandibû ku wergirtina notirvanan dest pê kiriye. Wezareta Karên Navxweyî di 8'ê Nîsana 2016'an de daxuyandibû ku wê 2 hezar û 394 notirvanan  bigirin, lê belê piştî sala 2016'an de nêzî 21 hezar û 300 notirvan hatine wergirtin.    KESKÎN: PIR TALÛKE YE    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, ji bo qanûna dorfirehkirina karbidestiya notirvanan diyar kir ku, piştî perwerdehiyeke 41 rojî ev qas erk û karbidestî bi dest wan dikevin, ev tiştekî pir talûke ye. Keskîn, destnîşan kir ku di serdemeke ku dewlet îşkence û şidetê rewa dike de wê bi van karbidestiyê notirvanan zêdetir bibe. Keskîn, ji bo karbidestiya notirvanan got: "Îqtîdar qadroyên xwe çê dike. ev mirov nayên perwerdekirin û karbidestiya wan û polîsan yek e. Ev jî tê wateya ku îqtîdar girêdayî xwe teşkîlateke nû ya polîsan ava dike".    Keksîn, anî ziman ku heger ev pêşniyaza qanûnê bibe qanûn wê şidet berbelav bibe û got: "Wê li tax û kuçeyan notirvan hebûn û wê her tiştê mirovan bê kontrolkirin. Mesela ev mirovên bêperwerde  ji ber ku dijî fikrê we yê siyasî ye, wê karibe tahdê liw e bike. Ji xwe ev pêk tê lê vê carê di nav qanûnê de tê bicihkirin. Loma tiştekî pri talûke ye. Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê".    ACÎNÎKLÎ: WÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BIBIN    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) AYşe Acînîklî, destnîşan kir ku wê bi vê qanûnê re binpêkirina mafên mirovan zêdetir bibe û got: "A rast ev careke din nîşan da ku bê tesîra AKP'ê ya li ser darazê çi ye û darza ne serbiwxe ye. Dagdehan gotibû notirvan nikarin nasnameya mirovan kontrol bikin, lê belê bê vê sererastkirinê re wê hem karibin çekê bidin şoxulandin hem jî wê karibin mirovan bidin rawestandin".    YILMAZ: ARTÊŞA AKP'Ê    Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê Mûrat Yilmaz jî ji bo notirvanan got: "Artêşa AKP'ê ye".    Yilmaz, diyar kir ku di heman wextê de ev kadroyeke ku AKP'ê ji bo alîgirên xwe çê kiriye û got: "Wê bi van karbidestiyan encamine giran rû bidin. Ji ber ku perwerdehiya wan kêm, lê karbidestiya wan ji polîsekî bêtir e wê bi egoyeke zêde hereket bikin. Ji xwe li vî welatî hema bêje li her derî polîs ûe skere hene, hema bêje li her taxê qereqol hene. Yanî pêdivî bi wan tunebû. Lê bi ya min ev artêşa AKP'ê ye".    Yilmaz, destnîşan kir ku wê ev qanûn zirareke mezin bide civakê.   MA / Berîvan Altan