‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin' 2020-02-02 09:06:28   STENBOL - Stenboliyan destnîşan kir ku wê projeya Qenal Stenbolê pirsgirêkên bajêr girantir bike û gotin: "Beriya her tiştî divê ji bo erdhejê û betaliya heyî tevdîr bên girtin.    Hîn jî tê nîqaşkirin ku gelo wê Projeya Qenal Stenbolê pêk bê ya na. Lê belê stenboliyan destnîşan kir ku heger ev proje pêk bê wê pirsgirêkên bajêr girnatir bibin û gotin, beriya her tiştî divê ji bo erdhejê û betaliya heyî tevdîr bên girtin. Welatiyê bi navê Îbrahîm anî ziman ku divê projeya qenalê ne pêdiviya sereke ya bajêr be û got, pirsgirêka sereke betalî ye. Îbrahîm, diyar kir ku heta betalî ev be wê qenal bi kêrî stenboliyan neyeê û got: "ev qas mirov betal in, loma proje li ber çavê min tiştekî pûç e. Wê tiştekî li Stenbolê zêd eneke. Em fabrîkeyan dixwazin, em îstihdamê dixwazin."     Orhan Sînan Acir jî destnîşan kir ku heger qenal bê çêkirin wê di warê aborî de Stenbolê nemîne û got, "Wê ev proje di warê aborî de bi kêr neyê. Wê Stenbol nemîne."    ‘JI DÊVLA QENALÊ BIRA JI BO ERDHEJÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN'    Welatiyê bi navê Şerafettîn Sogur jî destnîşan kir ku pêdiviya sereke ya Stenbolê ne qenal e û got, divê pêşî pirsgirkên sereke bên çareserkirin. Sogut, diyar kir ku wê qenal bi kêrî stenbolê neyê û got: "Hege rli STenbolê erdhejek çê bibe wê ev qas avahî tune bibin û wê gelek mirov bimirin. Heger vî pereyê ji bo qenalê tê xerckirin ji bo tevdîrgirtina ji bo erdhejê bê xerckirin wê baştir bibe."   Welatiyê bi navê Almila jî bal kişand ser xetereyên ku piştî projeyê rû bidin û got: "Wê bi kêrî tiştekî neyê. Wê zirarê bide. Bila bi wî pereyî li hemberî erdhejê tevdîrina bigirin."     Fatma Încedere jî destnîşan kir ku beriya projeyê pêdivî bi helkirina pirgsirêkên din heye û îşaret bi xetereya zêdebûna nifûsê kir. Încedere, anî ziman ku wê piştî projeya qenalê nifûsa Stenbolê zêde bibe û got: "Ji xwe bajar têra xwe qelebalix e. Heger zêdetir bibe wê çawa ji bin vî barî rabe."