Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine' 2020-02-02 09:03:49   HATAY - Dadgehê piştî 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Casim Ozan Çeltîk birî ku kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê, hinceta biryara xwe aşkere kir. Dadgehê di biryarê de got, "delîleke berbiçav bi dest neketiye ku gelo bersûc bi qesda kuştinê tev geriyaye yan na".   Li Îskenderûna Hatayê, di 15'ê Çileya 2019'an de Casim Ozan Çeltîk, kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozek a 19 salî. Di danişîna dawî de Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îskenderûnê bi sûcê "birîndarkirina bi qesdî" 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çeltîk birîbû. Dadgehê biştî ceza birî vê carê hinceta biryara xwe aşkere kir.  Dadgehê di biryara xwe de got, "delîleke berbiçav bi dest neketiye ku gelo bersûc bi qesda kuştinê tev geriyaye yan na"  Piştî vê biryarê parêzera Ozekê Parêze Mehtap Sert, li Daîreya Ceza ya Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê îtiraz kir.    MA / Hamdûllah Kesen