Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig 2020-02-02 09:02:16   AMED – Qeyûmê Şaredariya Sûrê, di bin navê "sererastkirina derdorê" ji bo Minareya Çarnig bi milyaran pere xerc kir. Minareya Çarnig, ne di nav sînorê karbidestiya Şaredariya Sûrê de ye.    Qeyûmê Şaredariya Sûrê Abdullah Çîftçî ku di 21'ê Kanûna 2019'an de hat tayînkirin di bin navê "sererastkirina derdorê" ji bo Minareya Çarnig bi milyaran pere xerc kir. Minareya Çarnig, ne di nav sînorê karbidestiya Şaredariya Sûrê de ye. Minareya Çarnig ku di nav lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ye, di dema qedexeya derketina derve ya Sûrê de zirar dîtibû û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li be rhatibû kuştin, di sala 2016'a de Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan ji bo restorasyonakirina wê û 13 avahiyên dîrokî yên din dest bi xebatan kiribûn. Ji bo xebatên restorasyonê 12 milyon û 819 hezar û 719 TL budçe hatibû veqetandin û ji vê budçeyê milyon û 805 hezar TL ji bo Minareya Çarnig û Mizgefta Şêx Mûtahhar hatibû veqetandin.    7 HEZAR KÎS ÇÎMENTO Û 9 HEZAR TORBE KIRÊC    Her çend Minareya Çarnig di nav sînorê karbidestiyê yê Midûriyeta Giştî ya Weqfan de ye, qeyûmê Şaredariya Sûrê ji bo sererastkirina derdora minareyê bi milyaran kirêc, çîmento û polî karbon û profîl kirîne. Malzeme ji fîrmaya Aras Geziyê û Ezel Sosyalê hatine kirîn.    Li gor fatûreyên hatine birîn ji fîrmaya Ezel Sosyalê bi 79.119.00 TL'yş 9 hezar torbe kirêc, bi 79.296.00 TL'yî jî 7 hezar kîs çîmento hatine kirîn. Ji fîrmaya Aras Geziyê jî bi 79.296.00 TL'yî 500 heb polî karbon û bi 79.650.00 TL'yî jî hezar û 500 profîl hatine kirîn.    Nayê zanîn ku bi rastî jî ev malzeme hatine kirîn an na û tişta balê dikişîne jî pereyê li her çar fatûreyan hatine nivîsandin wekhve in. Her wiha fiyetê ku hatine diyarkirin jî li gor piyaseyê zêde ye.    Ev pereyên ku di bin navê sererastkirina derdorê de hatine xerckirin di rapora Komîsyona Plan Budçe û Kontrolokirinê ya Rêveberiya HDP'ê de jî cih girtibû û ji bo vê raporê hatibû gotin: "Ji bo Minareya Çarnig 9 hezar kîs çîmento, 9 hezar kîs kirêc kirîne. Temam me çîmento fam kir lê tu rabî 9 hezar kîsên kirêcê deynî ser hev du wê bibin bi qasî Minareya Çarnig".