Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê 2020-02-02 09:01:45   SEMSÛR – Semsûrê dibêjin ew wateyê nadin ku firotina tûtina wan bi qanûnan hatiye qedexekirin.    Bi guhertina qanûnan tûtin firotina li Semsûrê tê qedexekirin. Cotkarên tûtinê yên Semsûrê dibêjin ku ew ji ber van guhertinên tûtinê mexdûr bûne.    Tûtinfiroş Mîkaîl Tekîn diyar kir ku titûna wan a hatiye qedexekirin li ser aboriya bajêr bandorek neyînî dike û wiha got: “Firotina tûtinê li Semsûrê serbest e lê firotina derveyî bajêr hatiye qedexekirin. Em wateyê nadin vê qedexeya li ser tûtinê.”    ‘TÛTINA ME QEDEXE DIKIN’    Tekîn behsa keda ji bo çandina tûtinê didin û wiha got: “Piştî me tûtin kom kir, em tûtinê dikin embaran û disekinînin. Pişt re em hûr dikin û ji firotinê re amade dikin û dibin bazarê. Tûtina Semsûrê tûtinek bi qalîte ye. Tûtina me tûtina çiyayî ye. Tûtina li çiya tê hilberandin ji tûtina li deştê tê hilberandin bihatir e. Li gorî qalîteya tûtinê bihayê wê jî diguhere. Li Semsûrê hefteyê du car bazara tûtinê tê dayîn. Em tûtina li vir dikirin, bi kargoyê dişînin bajarên cuda. Em bi wesayîtên xwe taybet jî dibin. Lê ev çend sal bi qanûnên hatine derxistin, di firotinê de tengezariyan dikişînin. Tevî ku ewraqên me yên fermî hene jî lê dema tûtina me digirin cezayên pereyan li me dibirin. Hemin ku firotina vê tûtinê li bazara Semsûrê serbest e, lê çima dema em dişînin bajarên din desteser dikin û cezayan li me dibirin?”