Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê 2017-12-13 11:41:19 AMED - Doza ku Hevserokê Gîştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tê darizandin û heta 2 salan ceza ji bo wî tê xwestin, dê di 14'ê Kanûnê de bê dîtin. 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê xwest Demîrtaş bê rûniştinê û ji girtîgeha ku Demîrtaş lê girtî re, nivîs şand.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehattîn Demîrtaş, di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Edîrneyê. Ji ber axaftinên ku Demîrtaş di 9'ê Îlona 2015'an de li ser "Qedexeya derketina derve" ya Cizîrê kiribû, bi îdiaya "Hikumeta Komara Tirkiyeyê piçûk xistiye" doz lê hat vekirin û 2 sal ceza ji bo Demîrtaş tê xwestin. 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê, di 22'yê Hezîranê de rûniştina yekemîn pêk anî, lê ji ber ku Demîrtaş nexwestibû bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide, tev li dozê nebûbû.   Hêj ji rûniştinê re 3 roj mabû, dadgehê nivîsek ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê re şand û xwest Demîrtaş di 14'ê Kanûnê de di rûniştina 2'yemîn de amade be.