Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin 2020-02-01 15:55:07 AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Muhsîn Acar, li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin   Polisan, li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê, bi ser mala Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Muhsîn Acar de girt. Polisan, piştî ku li malê lêgerîn pêkanîn, Acar binçavkirin û bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Amêdê. Hinceta binpêkirina Acar nehat hînkirin.