Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin 2020-02-01 15:46:44   AMED - Li navçeyên Farqîn û Pasûrê, ji ber barîna zêde ya berfê rêyên 55 gundan hat girtin.    Li bajarên herêmê ji saetên duh êvarê ve berf dibare û bandrokeke neyînî li jiyanê dike. Berf herî zêde li herêmên çiyayê dibare û rêyên gelek gundan girtiye. Li navçeyên Farqîn û Pasûrê jî rêyên 55 gundan ji ber zêde barîna berfê hatin girtin. Berf li navendên her dû navçeyan jî gelek bariyaye û heta 30 santîmteryî girtiye. Ji bo vekêrina rêyên gundan li her du navçeyan jî xebat hatine destpêkirin.