Minaz û Aşkan hatin berdan 2020-02-01 15:28:05   WAN  - Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Minaz û aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan ên hatin binçavkirin hatin berdan.    Endama Meclîsa Şaredariya Navçeya Tûşbaya Wanê Ayşe Minaz a ku duh li Wanê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Aşkan a ku ji Wanê dixwest biçe konferansa jinan a li Amedê û ku li navçeya Tetwana Bedlîsê hat binçavkirin piştî îfade dan emniyetê hatin berdan.