Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye 2020-02-01 15:25:40 MÛŞ – Rêxistina HDP'ê ya Mûşê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku li vî welatî tecrîda mutlaq heye û wiha got: "Li cihê tecrîd lê hebe edalet ne pêkan e. Tecrîdkirina Rêzdar Ocalan pergala hiqûqê ye. Heta ev tecrîd bi dawî nebe, dê mafê mirovan bêtir xera bibe."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşmeya "Em dê di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar bin" li Salona Dahwetê ya Şatoyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Mensur Işik, Şevin Coşkun û Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Kop, Gumgum, Siyasetmedar Sirri Sakik, Serokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên KESK'ê û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan amade bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê, rêzgirtin û xwendina raporan dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Aynur Saruca gel silav kir. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî axivî. Temellî, anî ziman ku ew dê di kongreya mezin de guhertinek mezin bikin û bi deh hezaran tev li kongreya mezin a HDP'ê bibin û wiha got: "HDP dê meşa mezin li dar bixe. Dê bibe heviya gelê Tirkiyeyê. Êdî dem hatiye ku xwe ji vê îqtîdarê rizgar bikin. Em ê Tirkiye biguherînin. Em dê Rojhilata Navîn biguherînin. Pêdiviya me bi aştî, azadiyê heye. Em dê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi hevre pêş bixin. Em ji bo Erdogan dibêjin Êdî bes e. Tirkiye, Rojhilata Navîn, Libya û Derya Spî qiriye warê agir. Bi dawîkirina vê pergalê bi têkoşîna aştî û demokrasiyê pêkan e."    'DEMA ÎTÎFAQA DEMORASIYÊ YE'    Temellî, anî ziman ku wan di konferansê de diyar kir ku dema têkoşîna aştî û îtîfaqa demokrasiyê ye û wiha lê zêde kir: "Em ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Em edaletê dixwazin. Em siyaseta civakî dixwazin.    TECRÎD PERGALA HIQUQÊ YE   Temellî, da zanîn ku berî her tiştî pêdiviya vî welatî bi edaletê heye û wiha lê zêde kir: "Li vî welatî edalet û hiqûq tune ye. Daraz tune ye. Êdî dem hatiye ku em ji vê pergalê re bêjin raweste. Bê edaletiya herî mezin tecrîd e. Li vi welatî tecrîda mutlaq heye. Li cihê tecrîd hebe edalet ne pêkan e. Mirov nikare qala edaletê bike.Li cihê tecrîd lê hebe edalet ne pêkan e. Tecrîdkirina Rêzdar Ocalan pergala hiqûqê ye. Heta ev tecrîd bi dawî nebe, dê mafê mirovan bêtir xera bibe."    Piştî axaftina Temellî, hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Sibel Genç û Abdulbarih Yîgît bûn serokên HDP'ê yên Mûşê.