Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin 2020-02-01 15:16:06   SÊRT – Li navçeya Berwariyê dîmenên mamosteya bi peyman Burcu Fehîme A. ku porê xwendekarek lawik ê 6 salî dikişîne û  tundiyê lê dike derketh olê. Derbarê wê mamosteyê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li gundê Karşiyaka yê girêdayî navçeya Berwerî ya Sêrtê dîmenên tundiya li zarokek tê kirin derketin holê. Di dîmen de mamosteyek bi navê Bûrcû Fehîme A. ya bi peyamanî li gund mamostetiyê dike, bi hênceta “porê dirêj” bi porê xwendkarê 6 salî N.T. digire, kaş dike û tundiyê lê dike. Ev dîmen li ser medya civakî gelek hat parvekirin. Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Sêrtê derbarê wê mamosteyê ji wezîfeyê dûr xist û derbarê wê de lêpirsîn dest pê kir.   Miduriyeta Perwerdehiyê ragihand ku li gel mamosteyên rêberiyê piştevaniya derûnî dane zarokê 6 salî.