‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’ 2020-02-01 14:38:46 AMED / ÊLIH – Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn. Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn polîtîkayên ewlekariyê rexne kir û got: “Li şûna notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin.”    Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 573’yemîn de çalakiya heftane ya ji bo windayan li ber avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin kujerên windayan demildest werin dîtin û werin cezakirin. Zeytûn da zanîn ku çalakiya xizmên windayan û Dayikên Şemiyê li her deverê hatine qedexekirin û got: “Em ê li gel malbat û dayikên xwe li her deverê ji bo edalet pêk were, winda werin dîtin û kujer bên darizandin wan aciz bikin.”    ‘BILA NOTIRVANÊN DEMOKRASIYÊ HEBIN’    Zeytûn polîtîkaya Tirkiyê ya ewlekariyê jî rexne kir û got: “Li şûna rewşek aştiyane û mafên mirovan werin dabînkirin, lê polîtîkayên ewlekariyê dixin dewrê. Tirkiye di polîtîkaya ewlekariyê de israr dike. Li şûna van notirvanên rayeya wan zêde kirine, bila notirvanên demokrasiyê hebin.”    LI AQÛBETA M.EMÎN ÇELÎK PIRSÎN    Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka qetilkirina M. Emîn Çelîk ê di sala 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê vegot û li aqûbeta wî pirsî.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên windayan jî li avahiya komeleyê di hefteya 479’emîn de li hev kom bûn û çalakiya ji bo aqûbeta windayan li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên windayan hildan. Daxuyaniya vê hefteyê rêvebera ÎHD’ê Gulbahar Kaya xwend û çîroka Tekîn Demîr ê di sala 1996’an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di binçavan de hat windakirin vegot. Kaya behsa windakirina Demîr kir û xwest aqûbeta wî were eşkerekirin û kujer werin darizandin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.