Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît! 2020-02-01 13:16:38 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê gilîkirina nûçegihana me Sadiye Eser a li Girtîgeha Bakirkoyê ku li dijî lêgerîna tazî kiribû red kir û angaşt kir ku lêgerîna tazî li gorî qanûnan e.  Nûçegihana ajansa me Sadiye Eser li Stenbolê di 29’ê mijdara 2019’an de hatibû binçavkirin û di 3’ê kanûna 2019’an de jî bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Dema ku Eser dibin girtîgehê di têketina Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di lêgerîna tazî de derbas dikin. Eser li dijî vê lêgerîna tazî serî li dozgeriyê dabû û gilî kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê têkildarî serlêdana Eser biryara “Pêwîstî bi dozvekirinê nîne” da û serlêdanê red kir. Serdozgeriyê angaşt kir ku lêgerîna tazî li gorî qanûnan pêk hatiye.