Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê 2017-12-13 11:21:18 AMED - Zilamekî li Amedê xwe wekî "mamoste" bi zarokan da nasîn û tecawizê 2 zarokan kir. E.K. ya 11 salî bi zorê xwe ji destê tecawizkar rizgar kir. Kamerayên li taxê zilamê êrîşkar qeyd kirin. Derket holê berî 2 mehan jî li heman kolanê tecawizê zarokekê kiriye. Li taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya Rezana Amedê, zilamekî hewl da tecawizê zaroka 11 salî E.K. bike. Bûyer di 10'ê Kanûnê de qewimî. Dema E.K. ji marketê vedigeriya malê, zilamek nêz bû û xwe wekî "mamoste" da nasîn, wekî ku alîkariyê jê dixwaze bi zarokê re axivî. Zilamê tecawizkar îdia kir ku ew li malan alîkariyê belav dikin û ji E.K. pirsa "Li mala we alîkarî hatiye kirin?" pirsî û xwest serê zarokê tev li hev bike.   Li ser vê E.K. aşkera kir ku haya wê ji vê alîkariyê tune ye, ji bo ji malbata xwe bipirse ber bi malê ve xwes biçe. Lê zilam destê zarokê girt û nehişt biçe, vê carê xwest ji zarok re cilan bistîne û 10 TL dirêjî zarokê kir. Piştre ket milê zarok û ew bi zorê bir.   POLÎS ROJEK ŞÛN DE HAT CIHÊ BÛYERÊ!   Piştî demekî meşiyan, zilam destê xwe xist bêrîka xwe û li ser vê E.K. ev wekî derfet dît û revî ket malê û derî bi ser xwe de girt. Zaroka piçûk bi vî şeklî ji destê zilam rizgar bû, tiştên bi serê wê de hatin ji dayika xwe re parve kir.   Dayik Z.K. li ser agahiyên zaroka xwe derket derve û kes nedît. Malbatê 2 caran bi rêya telefonê li 155'an geriya û xwest polîs biçin herêmê. Lê polîs rojekî şûn de çû taxê û îfadeya malbatê girt.   Ji ber dereng hatina polîsan, malabtê bertek da nîşan û dîsa jî der barê bûyerê de îfade da.   Piştî lêkolîn hat kirin û dîmenên kamerê yên li ser Kolana Yusu Îslamê hatin temaşekirin, zilamê êrîşkar hat tespîtkirin. Kesê êrîşkar li serê kuçeyê li benda E.K. disekine, dema E.K. ji dikatê derdikeve û berbi malê ve diçe, pêşiya zarok digire.   Polîsan dîmenên ji kamera marketê girtin û ji cihê bûyerê veqetiyan. Piştî çend saetan, polîsan li xwediyê marketê geriyan û ev tişt gotin: "Wan dîmenan bixe flashekî û bîne."   ‘BERSÛÇ LI DERVE BIGERE JI MERE RIHET TUNE’   Dayik Z.K. bertek nîşanê bûyera îstismarê da û ev tişt anî ziman: "Keça min du roj e ranazê. Divê ev kes demildest bê dîtin. Heta ew li derve bigere ji mere rihet tune." Z.K. da zanîn ku bûyer li nêzî Dibistana Navîn a Çelebî Eser û Dibistana Seretayî ya Nriye Çelebî Eser qewimî ye û wiha pê de çû: "Li dibistanê nêzî 2 hezar zarok dixwînin. Em nikarin zarokên xwe bi rihetî bişînin dibistanê. Me ev kes ji qereqolê re jî ragihand, lê bi cidî li ser nasekinin."   TECAWIZÊ ZAROKEK DIN JÎ KIR   Hat diyarkirin ku heman zilamî berî 2 mehan li ser heman kolanê tecawizê zaroka 10 salî E.T. jî kiriye. Dayika E.T., S.T. destnîşan kir ku keça wê jî bi E.K. re li heman dibistanê dixwîne û li heman taxê bi hev re rûdinên. S.T. anî ziman ku wan çûye li dîmenên kameraya marketê nihêriye, kesê tecawizkar heman kes e û xwest tecawizkar bê cezakirin. S.T. derbirî ku duh keça wê û îro jî êrîşê hevala keça wê kiriye.   Hat gotin ku kesê tecawizkar navê wî 'Umît' e, di nava 2 mehan de li dijî 2 zarokan êrîşa zayendî pêk aniye, hêj ev tecawizkar nehatiye girtin û ji ber vê şêniyên taxê di fikarê dene.   MA / Esra Solîn Dal