Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin 2020-02-01 11:35:01   EDENE – Li serê rêya navçeya Ceyhanê cesedê jinek ku hatiye parçekirin hat dîtin.    Li ser rêya bejahiyê ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê vê sibehê cesedê jinek ku hatiye parçekirin hat dîtin. Welatiyan bûyerê ji polîsan re ragihandin û polîs hatin cihê bûyerê. Hat zanîn ku cenaze aîdî Mehtap Sert a 32 salî ye. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Heta niha nehatiye eşkerekirin ku gelo bûyer cînayet e an jî kaza ye. Lêpirsîna têkildarî bûyerê ku hat destpêkirin didome.