Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir 2017-12-13 11:20:31   ÊLIH – Walîtiya Êlihê li 3 gund û mezrayek navçeya Heskîfê bi hinceta operasyona leşkerî “qedexeya derketina derve” îlan kir.    Walîtiya Êlihê li gundên Şemsê, Kayakli û Kelekçî û mezraya Keçelî ya gundê Xirbekur ên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve ku dikevin herêma Çiyayê Mawa di bin navê operasyona leşkerî de “qedexeya derketina derve” îlan kir. Walîtiyê ragihand ku qedexe dê êvarê saet di 18.00’an de heta fermana duyemîn bidome.