Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike 2020-02-01 10:12:23   RIHA – Serokê Komîsyona Hekîmên Malbatê yê Odeya Tabîban a Rihayê Dr. Bulut Ezer, diyar kir ku li bajarê herêmê mirina zarok û dayikan pir zêde ye û sedema vê yekê polîtîkayên cudakariya navbera herêman e. Erez, anî li Îzmirê bijîşkek li 40 zarokî dinere, li Rihayê bijîşkek li 200 zarokan dinere.    Komîsyona Hekîmên Malbatê ya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) hefteya borî li Rihayê li ser mirina zarok û dayikan komxebatek li dar xist. Serokê Komîsyona Hekîmên Malbatê yê Odeya Tabîban a Rihayê Dr. Bulut Ezer jî beşdarî komxebatê bû û encama komxebatê nirxand. Ezer, diyar kir ku li bajarê herêmê mirina zarok û dayikan pir zêde ye û sedema vê yekê polîtîkayên cudakariya navbera herêman e. Erez, anî li Îzmirê bijîşkek li 40 zarokî dinere, li Rihayê bijîşkek li 200 zarokan dinere. Ezer, anî ziman ku nifûsa li metrepolên Tirkiyeyê û bajarên herêmê ne wek hev e û wiha got: "Li Rihayê hekîmê malbatê yê li 4 hezar nifûsî dinere, di navbera 100 – 110 dayikên cudanî ku li wan dinere heye. Li Îzmirê jî hekîmê malbatê yê li 4 hezar nifûsê dinere jî 30 dayikên ducanî yên lê dinere heye. Li Îzmirê bijîşkek li 40 zarokî dinere, lê li Rihayê li 200 zarokan dinere. 3 qat cudahî heye. Ev dibe sedem ku li bajarên hêjmar zêde be, rêjeya mirina zarok û dayikan jî zêde ye. Li Tirkiyeyê rêjeya mirina zarokan 9.3 e. Li bajarên herêmê rêjeya mirina zarokan 13.2 e. Li Rihayê ev rêje 13.5, li Dîlokê 15.3 e ye. Li Şirnexê di sala 2018'an de 136 pitik mirin."  Ezer, anî ziman ku karker ji sedî 80 li konan dijîn û ji ber şertên kar nikarin biçin cem bijîşk û ev dibe sedem ku rêjeya mirinê zêdetir bibe.