Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike 2020-02-01 09:04:00 MÊRDÎN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, alîkariya ji bo Kiziltepe Belediyesporê jî hatibû qutkirin. Tîma Kiziltepe Belediyesporê ji bo lîgê temam bike li benda alîkariyê ye.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hatibû kirin, alîkariya ji bo Kiziltepe Belediyesporê jî hatibû qutkirin. Piştî alîkarî hat qutkirin qulûb di warê aborî de tengijiye û ji bo lîgê temam bike li benda alîkariyê ye.   Serokê qulûbê Metîn Aslan, diyar kir ku armanca wan Bal Lîgî ye û got: "Lê ji ber ku niha di warê aborî de derfetê me tunene, em nikarin fûtbolvanan jî transfer bikin. Hin lîstikvanên me jî ji ber rewşa aborî dev ji tîmê berdan".    Aslan, anî ziman ku di lîga niha de di rêza yekemîn de ne û di rêza duyemîn de jî Mazidag Fosfatspor heye û got: "Ev qulûb jî ji bo şampiyonayê têdikoşe. Hem qeyûmê Şemrexê hem jî fabrîkaya fosfatê piştgiriyê dide vê qulûbê. Ji bo tîma me qels bike, pereyekî zêde dide û fûtbolvanên me transfer dike. Armanca wan ne ku van fûtbolvanan bidin lîstin. Niha ji 30'yî zêdetir fûtbolvanên wan hene. Ên ji cem me dibin jî dixin yêdekê. Bi vî awayî dixwazin tîma me lawaz bikin".    ‘EM DIXWAZIN XWEDÎ LI QULÛBA ME BÊ DERKETIN'    Aslan got: "Qulûba Kiziltepe Belediyesporê qulûba gel e. Em dixwazin gelê me xwedî li qulûba xwe derkeve. Pêdiviya me bi aboriyê heye. Heger em peyda nekin em ê di serdema duyemîn a lîgê de ji mecbûrî bi fûtbolvanên xeşîm bilîzin. Em dixwazin gelê Qoserê û karsaz xwedî li vê qulûbê derkevin".    MA / Omer Akin