Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn 2020-01-31 21:20:35     DÎLOK - Ji ber firtoneyê li Dîlok û Semsûrê, 484 kes jehrî bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku kesên jehrî bûne ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûne.    Di nav 24 saetan de li Dîlok û Semsûrê 484 kes ji ber gaza karmonoksîtê jehrî bûne. Kesên jehrîbûne rakirine nexweşxaneyan.    Hat diyarkirin ku li gundê Kûştepe yê Semsûrê bavê 3 zarokan Servet Ozer ê 33 salî jî ji ber karbonmonoksîtê jehrî bûye jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirina morgê.