Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû 2020-01-31 16:23:28 ENQERE - Vîrusa Corona ku di çend rojên dawî de bû rojeva welatên cîhanê li 22 welatan belav bû. Niha niqaşa ku ev nexweşî li Tirkiyeyê belav bûye ya na tê kirin. Mirov ji bo xwe ji vê vîrûsa ku bi rêya bêhnê belav dibe biparêzin, pêwiste ku destên xwe baş bişon û xwe pir paqij bigirin. Dîsa divê xwe ji kesên dikuxe dûr bikevin. Dîsa divê xwe ji goştên xav û nekeliyayî dûr bixin.  Vîrûsa Corona li 22 welatan belav bû. Di demek nêzîk de ev vûrus bû rojev û hat diyar kirin ku li Herêma Wuhum a Çînê derket holê û bi navê 2019-nCoV tê zanîn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, hemû welatên cîhanê rakirin ser piyan û xwest her kes tedbîran bigirin. Vîrûsa Corona ku li Çînê derket holê, Li bajarê Wuhanê di mirovên li Bazara Masiyan a Huananê de kar dikirin derket holê. Wekî 2019-nCoV dê pênasekirin. Tê zanîn ku vîrûsa Ebola û influenza  ji mirovan belav dibe. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduritiya Cîhanê, tê diyarkirin ku Vîrûsa Coronayê pir talûke ye. Talûkeya Vîrûsa Corona ku rê li pêş wê nayê girtin û belav dibe jî heta niha dermanê wê nehatiye dîtin.    Li gorî lêkolînan heta niha d nava 6 hezar nexweşiyên virûsa Coronê de ji sedî 99 li Çînê hatiye dîtin. Serokê Dewleta Çinê Xi Jingping diyar kir ku vîrûsa Corona ya li Çînê hatiye dîtin zahmet e rê li pê wê bê girtin. Ji xeynî Çînê tê gotin ku li 22 welatan belav bûye. Di nava van welatan de DYA, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Finlandiya, Avustralya, Japonya, Kamboçya, Hindistan jî heye. Virus, li welatên Rojhilata Navîn jî li welatên Emîriyên Yekbûyî yên Ereb (BAE) hat dîtin. Li gorî malpera şopandina pisporên Zanîngeha Johns Hopkisê dikarin bi awayekî zindî belavbûna vîrûsê bê şopandin. Li Emîriyên Ereb, malbatek Çînî vîrûsa Corona li ser wan hat dîtin û derbasî Rojhilata Navîn bû.      Vîrûsa Corona, wekî vîrûsa Ebola bi lez û bez ji mirovan derbasî mirovên din dibe. Zanyaran der barê Vîrûsa Corona de diyar dikin, dema ev vîrûs hêk be jî dikare li kesên din belav bibe.    Kontrola Nexweşiyê û Navenda Tedbîrê (CDC), diyar dikin ku nîşaneyên vê nexweşiyê kuxuk û semptomên din ên germa lmaş zatürre (pnemonia), îltîhaba kezebê tê dîtin.